Kayıtlar

Axaftina Bi Kurdî Ne Helwesteke Siyasî ye?

Resim
Axaftin, xwendin û nivîsîna bi kurdî ne helwesteke siyasî ye lê pêwîstîyeke mirovî ye . Lê belê dewleta tirk a dagirker vê rewşa asayî wek tevgereke terorîstî û karekî siyasî dide nîşandan. Ew hewl dide ku bi zextan vê yekê bi gel bide qebûlkirin. Ji kerema xwe dema ku hûn bi kurdî diaxivin, bê tirs û pir rehet biaxivin . Ji ber ku ev ne karekî siyasî ye. Ji bo vê yekê ne mafê kesî ye ku hesab bipirse, ne jî hedê kesî ye ku mirov darizîne. Loma jî divê em li her derê bi awayekî azad kurdî biaxivin. Dema ku em bi kurdî diaxivin, xwendin û nivîsîna kurdî hîn dikin, em sîyasetê nakin. Çawa ku miletên cîhanê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin, dixwînin û dinivîsin, em jî wisa dikin. Sîyasetmedar sîyasetê dikin, ne gel . Sîyaset li welatekî azad û di çarçoveya hin qayîdeyan da tê kirin. Ji bo vê yekê, hewce ye ku mirov dibistana wê bixwîne. Dema ku em bi zimanê xwe diaxivin, em sîyasetê nakin, miletekî din tehdîd nakin û heqaretê li tu kesî nakin. Em jî wek kurd dixwazin wek hemû mil

Xwendina kurdî û lezena holandî

Resim
Her zimanek li gorî pêkhatina xwe taybetîyên xwe hene. Her dem û rawe jî li gorî girtina hin qertafan tên guhartin. Bo nimûne, di kurmancî da gava ku em ji lêkera "xwendin"ê radera wê "in"ê jê biavêjin, li ber destê me "xwend" dimîne. Ev jî dibe rayeka dema borîya têdayî.  Mînak Min, te, wî, wê, me, we, wan pirtûk xwend. (di demên borî da heke bireser yekjimar be lêker li gorî bireserê tê kişandin) Di holandî da berevajîyê vê yekê çêdibe. Bi qasî ku min lêkerên holadî dîtine, bi du qertafên raderê diqedin: -n û -en in. Bo nimûne, gava ku em ji lêkera "lezen" ku tê wateya xwendinê qertafa radera wê "en" jê biavêjin, "lez" dimîne. Ev jî dibe dema niha û li gorî kesê yekem ê yekjimar. Îcar holandî "z"ya piştî raderê di dema niha da ji bo kesê yekem, duyem û sêyem ê yekjimar dikin "s". Ji bo kesên pirjimar ê yekem, duyem û sêyem jî lêkerê wekî mastarê dikişînin. Wate "lez" dibe "lezen". Lê e

Neyînîya lêkera "hebûn"ê "tune bûn" çawa tê nivîsîn?

Resim
Gava ku em bixwazin tiştekî aîdê xwe nîşan bidin, yan jî em bixwazin tiştek ya me ye û em xwedîbûna xwe ya tişt û kesan dîyar bikin, em lêkera "hebûn"ê bi kar tînin. Îcar heke em bixwazin berevajîyê vê dîyar bikin, em lêkera "tune bûn"ê bi kar tînin. Di vê nivîsa xwe da em ê hewl bidin ku lêkera "tune bûn"ê di dema borîya têdayî da bi awayekî rast bi kar bînin. Sebeba ku me ev dem hilbijart ew e ku lêkera "tune bûn"ê di demên borî da derdikeve holê.  Me berî niha ji bo mijara lêkera "hebûn"ê û neyînîya wê "tune ye/ne"yê ji bo dema niha bi tirkî vîdyoyek çêkirîye. Ji ber vê yekê jî em nimûneyan ji bo dema niha nadin. Em ê tenê ji bo dema borîya têdayî hin mînakan raberî we bikin. Yên ku dixwazin dikarin vê lînkê bitikînin û mînakên dema niha temaşe bikin:  https://youtu.be/BEXsKs6yOJo Lêkera "tune bûn"ê ji du hêmanan pêk tê; ji rengdêra "tune"yê û lêkera "bûn"ê. Ev lêker dijwateya lêkera "hebû

Di hînbûna zimanî da çi qas zehmetî heye?

Resim
Sê xalên girîng hene ku gava ku kesek nû hînî zimanî dibe û tê da zehmetîyan dikişîne; jiberkirina peyvan, hevoksazî û demsazî... Ji bilî van, hînbûna dengan û bilêvkirina wan jî hene. Ev xala dawîyê di demeke kurt da dikare were çareserkirin, lê her sê xalên din pir dijwar in. Di hevoksazîyê da kîjan peyv dê li ku be, daçek û hoker dê li ku bin, bi rastî jî ev bi serê xwe hînbûneke pir dijwar e. Hînbûna demsazîyê jî bi heman awayî dijwar e. Di demsazîyê da lêker li gorî dem û kesan hin qertefan digirin û di wan da hin deng tên guhartin. Di nava demsazîyê da hin rawe jî hene ku divê yek bi yek li gorî mantiqê ziman werin bikaranîn.  Ez çima van tiştan dibêjim? Ji bo dê û bavan... Ji ber ku dê û bav berî ku kurdî hînî zarokên xwe bikin, yan tirkî yan erebî yan jî farisî hînî wan dikin. Bi xwe kurdî dizanin, dibêjin qey zarokên wan mezin bibin ew ê jiberxxwe kurdî biaxivin. Ev bawerî û nêzîkatî dihêlin ku zarok ji zimanê xwe dûr bikevin û kurdî tune bibe.  Me li jorê bal kişand ser di

Bikaranîna çar lêkeran di pênc deman da

Resim
Lêker girîn girtin kişandin şikandin Lêker: girîn Dema niha Ez digirîm. Tu digirî. Ew digirî. Em digirîn. Hûn digirîn. Ew digirîn. Dema bê Ez ê bigirîm. Tu yê bigirî. Ew ê bigirî. Em ê bigirîn. Hûn ê bigirîn. Ew ê bigirîn. Dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyam. Tu girîyayî. Ew girîya. Em girîyan. Hûn girîyan. Ew girîyan. Dema borîya têdayî Forma duyemîn Ez girîm. Tu girî. Ew girî. Em girîn. Hûn girîn. Ew girîn. Çîrokîya dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyabûm  Tu girîyabûyî. Ew girîyabû. Em girîyabûn. Hûn girîyabûn. Ew girîyabûn. Çîrokîya dema borîya têdayî Forma duyemîn Ez girîbûm. Tu girîbûyî. Ew girîbû. Em girîbûn. Hûn girîbûn. Ew girîbûn. Dema borîya dûdar Forma yekemîn Ez girîyame. Tu girîyayîye. Ew girîyaye. Em girîyane. Hûn girîyane. Ew girîyane. Dema borîya dûdar Forma duyemîn Ez girîme. Tu girîye. Ew girîye. Em girîne. Hûn girîne. Ew girîne. Lêker: girtin Dema niha Ez digirim. Tu digirî. Ew digire. Em digirin. Hûn digirin. Ew digirin. Dema bê Ez ê bigirim. Tu yê bi

50 Nederlandse werkwoorden (50 lêkerên holandî)

Resim
Onvoltooid tegenwoordige tijd (ott) Dema niha 1- eten   xwarin ik eet jij eet hij eet wij eten jullie eten zij eten 2- beloven   soz dan ik beloof jij belooft hij belooft wij beloven jullie beloven zij beloven 3- gaan  çûn ik ga jij gaat hij gaat wij gaan jullie gaan zij gaan 4- komen   hatin ik kom jij komt hij komt wij komen jullie komen zij komen 5- lopen   meşîn ik loop jij loopt hij loopt wij lopen jullie lopen zij lopen 6- koken   çêkirin (çêkirina xwarinê) ik kook jij kookt hij kookt wij koken jullie koken zij koken 7- slapen   razan ik slaap jij slaapt hij slaapt wij slapen jullie slapen zij slapen 8- werken   xebitîn ik werk jij werkt hij werkt wij werken jullie werken zij werken 9- bellen   telefon kirin ik bel jij belt hij belt wij bellen jullie bellen zij bellen 10- willen   xwestin ik wil jij wilt hij wil wij willen jullie willen zij willen 11- weten   zanîn ik weet jij weet hij weet wij weten jullie weten zij weten 12- begrijpen   fêm kirin ik begrijp jij begrijpt hij be

Zîndana Evîndaran

Resim
Di serdema me da gelek parcot (hevalbend, mêr û jin, dergîstî), "di zîndaneke dukesî" da dijîn. Girêdayî hev in, ji hev hez dikin, lê ne bextewar in. Xwe ji têkilîyên civakî dûr xistine, tenê bi hev ra radibin-rûdinin. Lê ew ji bîr dikin ku mirov gîyandarekî bîyo-psîko-sosyal e. Çawa ku pêwistîyên laşê me hene, herwiha yê derûna me (ruhê me) jî hene. Yek ji van pêwîstîyan -em bixwazin-nexwazin- sosyalîte ye. Heger ji parcotê yek di pêpelûkên zaroktîya biçûk da, têra xwe hezkirina dêûbavê nedîtibe, bê dê yan bê bavî jîyabe, rûdan jî zêde dibe. Erê, ji hevjîna/hevjînê xwe hez dike, lê tiştek kêm e. Elektrîkek, enerjîyek kêm e. Hela ku ji alîyan yek sosyalfobîk be, pê ra sîndroma Asberger hebe, nevrotîk be, sebra wê kêm be, bengî yan pasîv be, ji ber gelek serpêhatîyan ji seksê hez neke, kêşe zêde dibin. Wiha ku êdî pêwîstî bi alîkarîya derûnî dibînin. Helbet du rê hene: Cudabûn an berdewamkirin. Ev cuda nabin, lewra bê hev jî nikarin. Çare çi ye? Em ê di navenda xwe da bi model