Kayıtlar

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî - 2026

Resim
21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, bi biryara UNESCOyê (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) hatîye dîyarkirin. Lê çîroka vê rojê ji berxwedana gelê Bangladeşê tê.  Werin em kurtasî lê binêrin: Çîroka vê rojê ji sala 1952an ve li Bangladeşê (wê demê Pakistan desthilatdar bû), xwendekarên zanîngehê ji bo ku zimanê wan ê Bengalî bibe zimanê fermî, daketin kolanan. Çi bû? Polîsan gule berdan xwendekaran û çend ciwan hatin kuştin. Kengî bû? Ev bûyer di 2ê Sibata 1952an da qewimî. Encam: Ji bo bîranîna van şehîdên ziman, UNESCOyê di sala 1999an da ev roj wek roja zimanê zikmakî qebûl kir û ji sala 2000î û vir ve li tevahîya cîhanê tê pîrozkirin. Herwekî tê zanin îro Bangladeş dewletek e û zimanê wê fermî ye. Lê mixabin ne dewleteke me heye û ne jî zimanê me fermî ye. Helbet sedemên vê yekê pir in û kêm zêde tên zanîn. Ev sed sal e ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hewl dide ku dewletekê ava bike û zimanê xwe biparêze. Lê mixabin di serî da NATO gelek...

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Ronîya Nasnameya Me Ye

Resim
15ê Gulanê , Roja Zimanê Kurdî , ji bo her K urdekî rojeke pîroz e. Ziman ne tenê amûreke ragihand i nê ye, herwiha gîyanê çand , dîrok û nasnameya me ye. Kurdî b i zaravayên xwe yên rengîn ên wekî K urmancî , S oranî , Z azakî û G oranî mîna baxçey ekî bi gul û kulîlk e ku her peyv eke w î çîrokeke dîrokî vedibêje .   Ev ziman bi sedsalan li hember î zordarî û qedexeyan li ber xwe daye. Lê bi saya berxwedana gelê K urd , lorîkên dayikan , nivîsên helbes t vanan , k i lamên dengbêjan , çîrok û destanan ew gihîşt î ye roja me ya îro . 15ê Gulan ê ku bi weşana kovara Hawar ê di sala 1932an d a dest pê kir îye , îro bûye roja sembola zimanê me. Ev roj bîranîna wê yekê ye ku em her sal bi heycan pîroz dikin .   Di vê rojê d a , em bi şanazî giringîya zimanê xwe careke din bi bîr tînin . Werin hûn jî Kurdî bixin nav   jîyana xwe biaxivin , pirtûkan bixwînin , stranan bibêjin...