Kayıtlar

folklor etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Girîngîya folklorê

Resim
Divê di mala her kurdekî da berhemên folklora kurdî hebin. Ew kurdê ku haya wî ji berhemên folklorê nîn be, divê derhal bikeve nava liv û devgerê. Di malekê da Mem û Zîna Ehmedê Xanî; dîwanên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn; helbestên Arjen Arî, Şêrko Bêkes, Ehmed Huseynî, Berken Bereh, Rênas Jîyan; romanên Erebê Şemo, Hesenê Metê, Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv; pirtûkên Hecîyê Cindî û hwd di mala kurdekî da nîn bin, ew mal bêbereket e û xirabe ye. Ev navên ku min gotin, bi tenê beşeke biç ûk a folkora kurdî ye. Mirov dikare gelek nimûneyên din ên hêmanên folklora kurdî bide. Lê ji bo nimûne ev bes in. Piştî vê destpêkê, îcar em werin ser pênaseya folklorê. Folklor çi ye? Heke em bi zimanekî sade bibêjin, ''folklor'' nasîna gel e ango gelnasî ye. Mîr Celadet wiha dibêje: ''Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.'' Gelo Mîr Celadet dixwaze bi vê gotinê çi bibêje? Mirov dikare berisiva vê yekê wiha bide: Heke mirov hêmanên folklora xwe nas