Kayıtlar

lêkerên hevedudanî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Rastbikaranîna lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin"

Resim
Di zimanê nivîskî da gelek caran mirov dibîne ku lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin" di nava hevokan da çewt tên bikaranîn. Em ê qasekî din li jêrê mînakên wan bidin. Lê divê em bibêjin ku formeke din ya van lêkeran heye ku ew jî bi vî awayî ye: tev bûn, tev hev bûn, tev hev kirin... Heke em van bidin ber hev dê wiha bin: tev bûn / tev lê bûn tev hev bûn / tev li hev bûn tev hev kirin / tev li hev kirin Lêkera "beşdar bûn" jî wekî hevwateya "tev bûn, tev lê bûn"ê ye, em ê ji bo vê jî çend mînakan bidin.  Ev nivîs bi kurtahî hatîye nivîsîn. Hûn dikarin vê mijarê di lînka li jêr da berfirehtir temaşe bikin: https://youtu.be/5phVzHKM3M4