Kayıtlar

Kürtçe ve Hollandaca fiiller etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Xwendina kurdî û lezena holandî

Resim
Her zimanek li gorî pêkhatina xwe taybetîyên xwe hene. Her dem û rawe jî li gorî girtina hin qertafan tên guhartin. Bo nimûne, di kurmancî da gava ku em ji lêkera "xwendin"ê radera wê "in"ê jê biavêjin, li ber destê me "xwend" dimîne. Ev jî dibe rayeka dema borîya têdayî.  Mînak Min, te, wî, wê, me, we, wan pirtûk xwend. (di demên borî da heke bireser yekjimar be lêker li gorî bireserê tê kişandin) Di holandî da berevajîyê vê yekê çêdibe. Bi qasî ku min lêkerên holadî dîtine, bi du qertafên raderê diqedin: -n û -en in. Bo nimûne, gava ku em ji lêkera "lezen" ku tê wateya xwendinê qertafa radera wê "en" jê biavêjin, "lez" dimîne. Ev jî dibe dema niha û li gorî kesê yekem ê yekjimar. Îcar holandî "z"ya piştî raderê di dema niha da ji bo kesê yekem, duyem û sêyem ê yekjimar dikin "s". Ji bo kesên pirjimar ê yekem, duyem û sêyem jî lêkerê wekî mastarê dikişînin. Wate "lez" dibe "lezen". Lê e...

Les 2 (ders 2) Holandî-Kurdî

Resim
Lezen  xwendin Ik lees. Ez dixwînim. Jij leest. Tu dixwînî. Leren hîn bûn Ik leer Nederlands. Ez hînî holandî dibim. Jij leert Nederlands. Tu hînî holandî dibî. Praten axaftin Ik praat. Ez diaxivim. Jij praat. Tu diaxivî. Luisteren guhdarî kirin Ik luister. Ez guhdarî dikim. Jij luistert. Tu guhdarî dikî. Kijken nêrîn, nihêrtin Ik kijk. Ez dinêrim. Jij kijkt. Tu dinêrî. Herhalen ducare kirin Ik herhaal. Ez ducare dikim. Jij herhalt. Tu ducare dikî. Begrijpen fêm kirin Ik begrijp het . Ez fêm dikim. Jij begrijp het niet. Tu fêm nakî. Vragen pirsîn Ik vraag. Ez dipirsim. Jij vraagt. Tu dipirsî. Leren hîn bûn Ik leer. Ez hîn dibim. Jij leert. Tu hîn dibî. Ji bo derdên kurdî lînkê bitikînin https://youtube.com/c/H%C3%AEngehaKurd%C3%AE