Darên Cûdîyê bi Destên Zaliman Tên Şewitandin
Li ser lûtkeyên bilind ên Çîyayê Cûdîyê, Çûkên daristanê stran digotin. Rengên kulîlkan li ber bayê direqisîn, Kêzik di bin axê da bi aramî dijîyan. Lê werin bibînin ku dijminên xedar hatine, Bi agirên xwe yên sojer daristanan dadiqurtînin. Ezman bi dûmanê ketîye û dil pê dax dibe, Xweza li Çîyayê Cûdîyê felaketê dijî. Çûkên ku baskên xwe dihejandin, li ezmên bûn ax, Di şûna bêhna kulîlkan da dûmaneke tal hat. Cîhana bêdeng a zindîyan bi erdê ve bû yek, Di bin axê da jî nekarîn bêhna xwe bistînin. Hevsengîya xwezayê xera bû, xemgînî li her derê bû, Me nikarîbû em wan rawestînin, çavên me tijî hêsir in. Çûk bêdeng in, kulîlk şîn nabin û xalxalok nemane, Dema ku Çîyayê Cûdîyê digirîya, dinya dizivirî û nedisekinî. Cihên ku berê geş bûn û difîtîyan, Niha veguherîne kavilên mirinê. Berpirsîyarî li ser milê me ye, divê em jî biqîrin Divê em xemgînîya xwezayê hîs bikin û pê ra bin. Şîyar be ey mirovahî, dem dema parastina xwezayê ye, Dar, keskahî û ajalan hembêz bikin. Şewata ku li Çîyayê Cû