AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!
Mamosteyên hêja ; Hûn dixwazin bi dilxwazî vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya kurdi-tirkî , bi pêşkêşîya kurdî-erebî , bi pêşkêşîya kurd-farisî , bi pêşkêşîya kurdî-îngilîzî , bi pêşkêşîya kurdî-almanî yan jî bi pêşkêşîya kurdî-rûsî çêkin û di kanala Hîngeha Kurdî da biweşînin ? Heke bersiva we erê be, kerem bikin mercên çêkirina vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya zimanên bîyanî bixwînin . Berî ku em behsa mercên çêkirina vîdyoyan bikin , divê em pêşî hinekî qala kanala Hîngeha Kurdî bikin da ku hûn bizanin hûn ê vîdyoyên xwe di kanaleke çawa da biweşînin . Bê guman kesên ku Hîngeha Kurdî nas dikin hene , lê belê dibe ku hin mamoste dê nû navê kanalê bibihîzin . Kanala Hîngeha kurdî kengê vebû ? Kanala Hîngeha kurdî di meha nîsana sala 2020î da ji alîyê Bawer Agirî ve hat vekirin . Heta niha çend vîdyo li kanala Hîngeha Kurdî hatine barkirin û çend lîste tê da hene ? Di kanala