AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Mamosteyên hêja; 

Hûn dixwazin bi dilxwazî vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya kurdi-tirkî, bi pêşkêşîya kurdî-erebî, bi pêşkêşîya kurd-farisî, bi pêşkêşîya kurdî-îngilîzî, bi pêşkêşîya kurdî-almanî yan bi pêşkêşîya kurdî-rûsî çêkin û di kanala Hîngeha Kurdî da biweşînin? Heke bersiva we erê be, kerem bikin mercên çêkirina vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya zimanên bîyanî bixwînin.  


Berî ku em behsa mercên çêkirina vîdyoyan bikin, divê em pêşî hinekî qala kanala Hîngeha Kurdî bikin da ku hûn bizanin hûn ê vîdyoyên xwe di kanaleke çawa da biweşînin. guman kesên ku Hîngeha Kurdî nas dikin hene, belê dibe ku hin mamoste navê kanalê bibihîzin. 


Kanala Hîngeha kurdî kengê vebû? 


Kanala Hîngeha kurdî di meha nîsana sala 2020î da ji alîyê Bawer Agirî ve hat vekirin.  


Heta niha çend vîdyo li kanala Hîngeha Kurdî hatine barkirin û çend lîste da hene? 


Di kanala Hîngeha Kurdî da 15 lîste (playlist) hene. Navê her lîsteyekê li gorî mijarê hatîye kirin. Di her lîsteyekê da hejmara vîdyoyan guhartin. Sebaba çêkirina lîsteyên cuda ew e ku bikarhêner an şopîner bikarin li gorî daxwaza xwe vîdyoyan bi hêsanî peyda bikin û temaşe bikin. Vîdyoyên herî zêde, di lîsteya Rêzimana Kurmancî da hene. Bi tenê di lîsteyê da 38 vîdyo ji bo asta duyemîn û jortir hatine çêkirin. Vîdyoyên di lîsteyên din da bi piranî der barê hînkirina kurdî da ne. Mirov dikare bibêje ku di kanalê da bi giştî 104 vîdyo heneHeta niha kanala Hîngeha Kurdî 391.421 carî hatîye temaşekirin û 9.154 şopînerên hene. Herweha kanal rojane ji alîyê 300-400 kesan ve temaşekirin. Hûn dikarin lînkê bitikînin û li lîsteyan binêrin: Hîngeha Kurdî - YouTube 


Piştî ku me kanala xwe da nasîn, em niha dikarin behsa mercên çêkirina vîdyoyan bikin.  

guman di xeyalê her mamosteyekî kurd da vekirina kanaleke Youtubeyê heye. Du sal berê ez yek ji wan kesan bûm. Min bi înad, xebat û xîreta xwe, li gorî karîn û şîyana xwe kanalek ava kir. Çi qas serkeftî ye yan sernekeftî ye mirov dikare li ser nirxandinan bike, di dawîyê da min vekir. Ez wekî Bawer Agirî min ev kanal di sala 2020î da vekir. Divê ez bibêjim ku min ev kanal ji bo ez pere qezenc bikim venekir. Ji ber ku min baş dizanî ku bazara kurdî ne wekî zimanên din pêş ketîye û mirov bikare ji reklamên Youtubeyê pere qezenc bike. Min kanala Hîngeha Kurdî ji bo yekê vekir ku vîdyoyên dersên kurdî di torên civakî da pir pir kêm bûn. Bi taybetî bi pêşkêşîya kurdî-kurdî. Ji ber yekê, ji bo kesên din feydeyê ji me bistînin, me ev kanal vekir. 


Niha gelek mamoste hene ku mixabin newêrin kanaleke dersên kurdî vekin. Sebebên yekê ev in; dibe ku kanal zêde neyê şopandin, vîdyo zêde neyên temaşekirin û helbet dahatûya kanalê (qezenc, madî)...  


Ev şik pir normal e ku di serê mirov da çêbin. ya girîng ew e ku mirov xwe bi xwe biwêre û hin derfetan biafirîne da ku bikare li ser lingan bimîne. Gava ku min vîdyo çêdikirin, ji bilî çend vîdyoyên amator tu çavkanî di Youtubeyê da tune . Rixmê yekê, min xwe bi xwe xwe pêş xist û ez gihîştim astekê. Bala xwe bidin vîdyoyên min, min di wan da zêde dîtbarî, wêne yan materyal bi kar neanîne. Ez niha li ser difikirim, min encameke wiha derxist; gava ku bingeh yan çavkanî tune bin, mirov bi xwe diafirîne. Îcar ji ber ku mirov ê yekemîn, ê duyemîn, yan sêyemîn e mirov li gorî mercên dema xwe hildiberîne.  

Mamosteyên hêja; 
 
Mercên çêkirina dersên kurdî bi pêşkêşîya kurdi-tirkî, bi pêşkêşîya kurdî-erebî, bi pêşkêşîya kurd-farisî, bi pêşkêşîya kurdî-îngilîzî, bi pêşkêşîya kurdî-almanî yan bi pêşkêşîya kurdî-rûsî ev in: 

Em dixwazin ku em wekî komek mamoste bi hev ra, bi pêşkêşîyên curbicur û bi awayekî kolektîf xizmeta zimanê xwe bikin. Em dixwazin ku ji her çar parçeyên Kurdistanê mamoste werin cem hev û di kanala Hîngeha Kurdî da dersên kurdî bidin. Armanc ew e ku em hejmara artêşa kurdînûs û kurdîaxêvan zêde bikin. Divê zanîn ku zimanê nivîskî mayînde ye, dibe ku zimanê axaftinê di demeke kurt da tune bibe. Loma em dixwazin bi hin zimanên alîkar xwendin û nivîsîna kurdî hînî ciwanan bikin. Di Youtubeyê da kêm bin ji bo asta duyemîn vîdyoyên dersên kurdî-kurdî hene. ji bo asta yekemîn ji bo kurdi-tirkî, kurdî-erebî, kurd-farisîkurdî-îngilîzî, kurdî-almanî yan kurdî-rûsî vîdeo pir kêm in.  


Mehane dahatûya kanala Hîngeha Kurdî çi qas e? 


Mixabin wekî zanîn bazara kurdî kesad e û em nikarin pereyekî zêde ji reklamên Youtubeyê qezenc bikin û bi we ra parve bikin. em dikarin salê carekê bi dahatûya kanalê çend pirtûkan bikirin û dîyarî we bikin. Dahatûya kanala Hîngeha kurdî her -çar mehan carekê 220-250 TL ye. Ji ber ku me kanal li Tirkîyeyê vekirîye, Youtube pereyê reklaman li gorî lîrayê (TL) hesab dike. Divê em yekê li ber çavan bigirin ku naveroka me dersên ziman e. Ji ber yekê  temaşevanên dersan hindik in. Ev ji bo gelek zimanan wiha ye. bi taybetî ji bo kurdî rewş wiha ye. Ji ber ku xwendekarên kurd hindiktir in ji xwendekarên gelên din. Loma divê mirov zêde loma neke. 


dikare vîdyoyên dersên kurdî bi alîkarîya zimanekî din çêke û di kanala Hîngeha kurdî da biweşîne? 


Kesên ku dîplomaya wan ya mamostetîyê hebe, dikarin vîdyoyên dersên kurdî ji bo kanala Hîngeha Kurdî çêkin. bi şertên ku dîksîyona (rastaxaftin) axaftina wan baş be, herweha ne li gorî devoka xwe li gorî kurdîya kurmancî ya standard pêşkêşîyê bikin. Ji bilî , divê mamoste kurtevîdyo yan vîdyoyeke xwe ya pêşkêşîyê wekî nimûne ji mer ra bişînin ji bo em lê binêrin ka li gorî standardê ye yan na. Heke pirsa standarda çêkirina vîdyoyên dersên kurdî bê kirin, em dikarin bibêjin ku divê mijar bi zelalî bê pêşkêşkirin, fambar bibe, axaftin herikbar bibe, aliqandin çênebe, ji ber ku ders ji bo asta yekemîn tên dayîn divê ders bi alîkarîya wêneyan xurt bibin û xwendekar bikarin bi hêsanî tê bigihîjin. Kesên ku dixwazin tev li kolektîfa me bibin, pêwîst e van mercan hildin ber çavan.  


Hûn dixwazin vîdyoyên dersên asta sêyemîn çêkin? 


Heke bersiv erê be, mercên li jor ji bo we derbasdar in. Em bi kelecan li bendê ne ku hûn tevî koma me bibin. Niha di kanala Hîngeha kurdî da vîdyoyên dersên kurdî bo asta sêyemîn pir kêm in. Heke hûn dixwazin vîdyoyên dersên kurdî-kurdî bo asta sêyemîn çêkin, hûn dikarin ji me ra peyamê bişînin û em ê pir kêfxweş bibin.  


Hûn dixwazin vîdyoyên dersên kirdkî/zazakî çêkin?


Mamosteyên ku dixwazin vîdyoyên dersên zazakî çêkin, ew jî dikarin ji me ra peyamê bişînin. Em ê pir kêfxweş bibin.


Teknîk û bername


Der barê çêkirina vîdyoyan û sererastkirina wan da, herweha kîjan bername tên bikaranîn an hûn kîjan bernameyan bi kar tînin, hûn ê vîdyoyên xwe çawa ji me ra bişînin, dema ku em bi hev ra biaxivîn, em ê bi berfirehî li ser wan rawestin. Em dikarin der barê pêşkêşîyê da jî hin metodan pêşkêşî we bikin. Bo mînak, hîndarî bo telsfûzkirina peyvan. Hin peyv hene ku di nav hevokan da telsfûzkirina wan dijwar e. Ji bo vê em dikarin çend pêşnîyaran bikin û bi hev ra egzersizan bikin. Hin mijar û têgih hene ku di dema pêşkêşîyê da zû bi zû nayên bîra mirov. Ev yek ji ber heyecanê çêdibe. Ji bo vê jî hin pêşnîyarên me dê hebin. Plansazî û amadekirina dersan ji bo pêşkêşîyê pir girîng e. Ji bo vê jî em dikarin alîkarîya we bikin.


Têkilî


Hûn dikarin peyamên xwe bi rêya e-mailê ji me ra bişînin: hingehakurdi@gmail.com 


Herweha hûn dikarin di Instagram û Twitterê da peyamên xwe ji me ra bişînin. 






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi