Trol çi ye û ji kê ra tê gotin?
TROL ÇI YE Û JI KÊ RA TÊ GOTIN? Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, pêwîst e ku em hin wateyên ‘’trol’’ê bidin. Trol, li gel wateya xwe ya mecazî, çend wateyên wê yên ferhengî û efsanewî jî hene. Trol m 1. nîk 2 . rd qambihost 3. nd/nt mizawir, xinzir, qurnaz 4. nd yê/ya ku bideng bi çend awayan diqîre, stranan dibêje 5. n êmê nîkê ( pê masîyan digirin ) Trol wekî navdêr ( hem ji bo nêr hem ji bo mê/nêtar ): trol Ew trol e, hûn trol in. Trol wekî rengdêr: troltî Ew karê troltîyê dikin. Trol wekî lêkera gerguhêz: trol kirin Wan nûçe trol kir. Trol wekî lêkera negerguhêz: trol bûn Nivîsa me ya îro trol bû. Her wiha peyva ‘’trol’’ di folklora Îskandînavyayê da jî heye û tê wateya dêwek e di şikeftan da dijî, dişibe mirovan, lê ne mirov e, wekî mistîk-nehênîdar e, zêdetir dişibe cinawiran, pir ecayîb e û erjeng e. Hinek wateyên wê yê...