Kayıtlar

bawer agirî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Berxê min / Berxa min, Berxikê min / Berxika min

Resim
Peyva “berx” gava ku bi serê xwe be, navdêr e û nêtar e. Zayend û mêjera wê di nav hevokê da dîyar dibe. Berî ku em mînakên xwe bidin, divê em hinekî qala girîngîya wê bikin.  Kurd ji berxan pir hez dikin. Ew qas hez dikin ku zarokên xwe dişibînin wan. Mirov vê yekê di jîyana rojane da dibîne. Di folklora kurdan da cihê vê peyvê berfireh e. Bo nimûne, di nav stran û çîrokan da pir hatîye bikaranîn. Wekî mînak, hûn dikarin bi vê lînkê straneke ku avêtine ser berxê guhdarî bikin: https://youtu.be/iHVUvsn-XDA Ji bilî vê, mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Hin hunermendên kurd her çi qas bi awayekî neyînî be jî ev peyv kirîye stran. Her wekî: Gur ketîye Gelîyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e. Yan jî li ser qehremanîyê bi awayekî erênî jî straye. Mînak: Çîyayên me bilind in, lo berxo berxê min. Me got ku peyva “berx” navdêr e û nêtar e. Hin caran ev pev biçûktir dibe. Ev jî ji bo delalîkirinê tê bikaranîn. Mînak: berxik . Ev jî wekî “berx” navdêr e û nêtar e. Mêjer û zayenda wê jî ...

Em bibêjin "rast e" yan "rast e" (cînavkên kesandinê)

Resim
Ji bo em bikarin bersiva vê pirsê bidin, divê em mijara “cînavkên kesandinê” bizanin. Ji ber ku ev pirs  bi vê mijarê ve girêdayî ye. Heta ku mirov vê mijarê fêm neke, ne tenê ev pirs, çend pirsinên din jî dikarin werin hişê mirov. Mînak: Em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?". Min bi tevî mînakan der barê mijara cînavkên kesandinê da vîdyoyek çêkirîye. Ez ê lînka wê daînim jêrê, hûn dikarin temaşe bikin. Em niha hewl bidin bi tevî mînakan li ser mijara cînavkên kesandinê bisekinin. Cînavkên kesandinê Cînavkên me yên kesandinê tên dawîya cînavkên xwerû, navdêr û rengdêran, ji wan cuda tên nivîsîn û bi vî awayî hevokên navdêrî çêdikin. Mirov dikare wekî “am, is, ar” îngilîzî bifikire. Lê bikaranîna wan di kurdî da cuda ye. Ji bilî vê yekê, cînavkên kesandinê tên dawîya lêkeran jî. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn. Em ê niha yek bi yek mînakên wan nîşan bidin, pişt ra em bersiva pirsên em bibêjin "Nîn ...