Xwendina kurdî û lezena holandî
Her zimanek li gorî pêkhatina xwe taybetîyên xwe hene. Her dem û rawe jî li gorî girtina hin qertafan tên guhartin. Bo nimûne, di kurmancî da gava ku em ji lêkera "xwendin"ê radera wê "in"ê jê biavêjin, li ber destê me "xwend" dimîne. Ev jî dibe rayeka dema borîya têdayî. Mînak Min, te, wî, wê, me, we, wan pirtûk xwend. (di demên borî da heke bireser yekjimar be lêker li gorî bireserê tê kişandin) Di holandî da berevajîyê vê yekê çêdibe. Bi qasî ku min lêkerên holadî dîtine, bi du qertafên raderê diqedin: -n û -en in. Bo nimûne, gava ku em ji lêkera "lezen" ku tê wateya xwendinê qertafa radera wê "en" jê biavêjin, "lez" dimîne. Ev jî dibe dema niha û li gorî kesê yekem ê yekjimar. Îcar holandî "z"ya piştî raderê di dema niha da ji bo kesê yekem, duyem û sêyem ê yekjimar dikin "s". Ji bo kesên pirjimar ê yekem, duyem û sêyem jî lêkerê wekî mastarê dikişînin. Wate "lez" dibe "lezen". Lê e