Neyînîya lêkera "hebûn"ê "tune bûn" çawa tê nivîsîn?
Gava ku em bixwazin tiştekî aîdê xwe nîşan bidin, yan jî em bixwazin tiştek ya me ye û em xwedîbûna xwe ya tişt û kesan dîyar bikin, em lêkera "hebûn"ê bi kar tînin. Îcar heke em bixwazin berevajîyê vê dîyar bikin, em lêkera "tune bûn"ê bi kar tînin. Di vê nivîsa xwe da em ê hewl bidin ku lêkera "tune bûn"ê di dema borîya têdayî da bi awayekî rast bi kar bînin. Sebeba ku me ev dem hilbijart ew e ku lêkera "tune bûn"ê di demên borî da derdikeve holê. Me berî niha ji bo mijara lêkera "hebûn"ê û neyînîya wê "tune ye/ne"yê ji bo dema niha bi tirkî vîdyoyek çêkirîye. Ji ber vê yekê jî em nimûneyan ji bo dema niha nadin. Em ê tenê ji bo dema borîya têdayî hin mînakan raberî we bikin. Yên ku dixwazin dikarin vê lînkê bitikînin û mînakên dema niha temaşe bikin: https://youtu.be/BEXsKs6yOJo Lêkera "tune bûn"ê ji du hêmanan pêk tê; ji rengdêra "tune"yê û lêkera "bûn"ê. Ev lêker dijwateya lêkera "hebû