Kayıtlar

39emîn salvegera mirina yilmaz guney etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Di Her Kêlîyê da li Rêya Azadîyê Digerîya

Resim
Di ser mirina Yilmaz Guney ra 39 sal derbas bûn. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney, 39 sal berê di 9ê Îlona 1984an da li Parîsa Fransayê koça dawî kir. Guney, di 114 fîlman da lîstîye, derhênerîya 26 fîlman kirîye, 15 fîlm hilberandine û di 64 fîlman da jî senarîst bûye. Bi rastî jî gava ku mirov li kar û serkeftinên wî dinêre, mirov bi wî serbilind dibe. Di fîlmên xwe da bal kişandîye ser neheqî, bêedaletî û kedxwarîyê. Loma jî ji bo her fîlmeke wî doz lê hatîye vekirin. Mirov dikare bibêje ku piştî ku ket nav sektora sînemayê, gelek tecrûbeyên wî çêbûn. Wî xwest ku derfet û zanîna xwe bike xizmeta gelê xwe, lê mixabin ji ber mercên wê demê, fîlmên ku wî dixwast çêbike, ne mimkûn bû. Yên ku dixwazin jîyana wî bi berfirehî hîn bibin, dikarin pirtûk û nivîsarên der barê wî da hatine nivîsin bixwînin. Ez vê helbesta li jêr dîyarî gîyanê wî yê pak û serhildêr dikim: Di Her Kêlîyê da li Rêya Azadîyê Digerîya  Li çîyayên Kurd