Di Her Kêlîyê da li Rêya Azadîyê Digerîya

Di ser mirina Yilmaz Guney ra 39 sal derbas bûn. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Lîstikvan, derhêner, senarîst, çêker û nivîskarê Kurd Yilmaz Guney, 39 sal berê di 9ê Îlona 1984an da li Parîsa Fransayê koça dawî kir. Guney, di 114 fîlman da lîstîye, derhênerîya 26 fîlman kirîye, 15 fîlm hilberandine û di 64 fîlman da jî senarîst bûye.

Bi rastî jî gava ku mirov li kar û serkeftinên wî dinêre, mirov bi wî serbilind dibe. Di fîlmên xwe da bal kişandîye ser neheqî, bêedaletî û kedxwarîyê. Loma jî ji bo her fîlmeke wî doz lê hatîye vekirin. Mirov dikare bibêje ku piştî ku ket nav sektora sînemayê, gelek tecrûbeyên wî çêbûn.

Wî xwest ku derfet û zanîna xwe bike xizmeta gelê xwe, lê mixabin ji ber mercên wê demê, fîlmên ku wî dixwast çêbike, ne mimkûn bû. Yên ku dixwazin jîyana wî bi berfirehî hîn bibin, dikarin pirtûk û nivîsarên der barê wî da hatine nivîsin bixwînin. Ez vê helbesta li jêr dîyarî gîyanê wî yê pak û serhildêr dikim:


Di Her Kêlîyê da li Rêya Azadîyê Digerîya 


Li çîyayên Kurdistanê, agirê azadîyê geş bû,

Yilmaz Guney navê xwe di dîroka me da nivîsî.

Dilê wî ji bo şerê li dijî dagirkerîyê diavêt,

Ew ji bo gelê kurd bû dengê azadî û hêvîyê.


Li dijî dewleta dagirker bi lehengî li ber xwe da.

Her tim ji bo edaletê û ji bo wekhevîyê tê koşîya.

Ew fîlmçêker û lîstikvan bû, şervan û leheng bû,

Di her kêlîyê da li rêya azadîyê digerîya.


Ew li deştan gerîya, di zindanan da ma û li ber xwe da,

Lê tu carî dev ji dozê berneda, bi bawerî şer kir.

Ji bo azadîya gelê kurd tê koşîya.

Ew bû navekî ku nayê jibîrkirin.


Gava ku em bi hev ra ji bo edalet û azadîyê dimeşin, mîrateya wî rê nîşanî me dide,

Di berxwadana kurdan da, ew ê her û her bibe nîşaneya cesaretê.

Yilmaz Guney ê tu carî nemire û ew ê bibe sembola têkoşînê.


Bawer Agirî

9-9-2023




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi