21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî - 2026

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, bi biryara UNESCOyê (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) hatîye dîyarkirin.

Lê çîroka vê rojê ji berxwedana gelê Bangladeşê tê. 

Werin em kurtasî lê binêrin:

Çîroka vê rojê ji sala 1952an ve li Bangladeşê (wê demê Pakistan desthilatdar bû), xwendekarên zanîngehê ji bo ku zimanê wan ê Bengalî bibe zimanê fermî, daketin kolanan.

Çi bû? Polîsan gule berdan xwendekaran û çend ciwan hatin kuştin.

Kengî bû? Ev bûyer di 2ê Sibata 1952an da qewimî.

Encam: Ji bo bîranîna van şehîdên ziman, UNESCOyê di sala 1999an da ev roj wek roja zimanê zikmakî qebûl kir û ji sala 2000î û vir ve li tevahîya cîhanê tê pîrozkirin.

Herwekî tê zanin îro Bangladeş dewletek e û zimanê wê fermî ye. Lê mixabin ne dewleteke me heye û ne jî zimanê me fermî ye. Helbet sedemên vê yekê pir in û kêm zêde tên zanîn.

Ev sed sal e ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hewl dide ku dewletekê ava bike û zimanê xwe biparêze. Lê mixabin di serî da NATO gelek dewlet li hemberî vê yekê dibin asteng bi taybetî çar dewletên emperyalîst û dagirker (Tirkîye, Îran, Iraq, Sûrîye).

Mirov ji ber durûtîya Neteweyên Yekbûyî nizane ji bo vê roja girîng çi bibêje, lê dîsa jî spas bo wan. Ez çima dibêjim Neteweyên Yekbûyî durû ye? Ji ber ku bi salan e Kurd ji ber zimanê xwe tên qetilkirin û zindankirin, lê ew vê yekê nabînin. 

Lê belê ev yek kêmasîya me ye jî. Ji ber ku heta niha hêzeke mezin a Kurd di ser wan da neçûye û tesîr li ser wan çênekirîye. Loma jî ew li gorî berjewendiyên xwe nêzîk dibin.

Bawer Agirî



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Ronîya Nasnameya Me Ye

Kürtçe “1 Mayıs” ve “Yaşasın 1 Mayıs!” Nasıl Yazılır?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi