Qîrîna Şengalê
Qîrîn hê jî li axa bixwîn olan dide, Ezman di navbera perdeyeke reş da, bû şahidê êşê. Bi hezaran dil sekinîn, bêdeng girîyan, Di nav hêvîyên pelçiqî da, beden diperpitîn. Rûyên bêguneh ên zarokan ji tîbûnê qelîyan, Hêsirên wan ziwa bûn, hêvîyên wan bi bayê qûmê çilmisîn. Jin hatin revandin, strana xemgînîyê di dilan da difetise, Di nav sîyên tarî da, li şopên wan ên winda digerin. Yên ku di bin erdê da ne, çîrokên xwe vedibêjin, Ezman digirîn, stêrk dizîka dilorînin. Gotin têrê nakin ku mezinahîya vê êşê dîyar bikin, Barên tijî yên bîranînan ên rabirdûyê li ser milan giran tên. Û dîsa jî hêvî di demên herî tarî de şîn dibin, Bi hevgirtinê ra, di dilan da ronahîya hêvîyê mezin dibe. Destanên ku bi hev ra hatine nivîsandin, tu carî nayên jibîrkirin, Silav li Êzidîyan, bi duayên jidil. Bawer Agirî