Em bibêjin "rast e" yan "rast e" (cînavkên kesandinê)
Ji bo em bikarin bersiva vê pirsê bidin, divê em mijara “cînavkên kesandinê” bizanin. Ji ber ku ev pirs bi vê mijarê ve girêdayî ye. Heta ku mirov vê mijarê fêm neke, ne tenê ev pirs, çend pirsinên din jî dikarin werin hişê mirov. Mînak: Em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?". Min bi tevî mînakan der barê mijara cînavkên kesandinê da vîdyoyek çêkirîye. Ez ê lînka wê daînim jêrê, hûn dikarin temaşe bikin. Em niha hewl bidin bi tevî mînakan li ser mijara cînavkên kesandinê bisekinin. Cînavkên kesandinê Cînavkên me yên kesandinê tên dawîya cînavkên xwerû, navdêr û rengdêran, ji wan cuda tên nivîsîn û bi vî awayî hevokên navdêrî çêdikin. Mirov dikare wekî “am, is, ar” îngilîzî bifikire. Lê bikaranîna wan di kurdî da cuda ye. Ji bilî vê yekê, cînavkên kesandinê tên dawîya lêkeran jî. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn. Em ê niha yek bi yek mînakên wan nîşan bidin, pişt ra em bersiva pirsên em bibêjin "Nîn