Em bibêjin "rast e" yan "rast e" (cînavkên kesandinê)
Ji bo em bikarin bersiva vê pirsê bidin, divê em mijara “cînavkên kesandinê” bizanin. Ji ber ku ev pirs bi vê mijarê ve girêdayî ye. Heta ku mirov vê mijarê fêm neke, ne tenê ev pirs, çend pirsinên din jî dikarin werin hişê mirov. Mînak: Em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?".
Min bi tevî mînakan der barê mijara cînavkên kesandinê da vîdyoyek çêkirîye. Ez ê lînka wê daînim jêrê, hûn dikarin temaşe bikin. Em niha hewl bidin bi tevî mînakan li ser mijara cînavkên kesandinê bisekinin.
Cînavkên kesandinê
Cînavkên me yên kesandinê tên dawîya cînavkên xwerû, navdêr û rengdêran, ji wan cuda tên nivîsîn û bi vî awayî hevokên navdêrî çêdikin. Mirov dikare wekî “am, is, ar” îngilîzî bifikire. Lê bikaranîna wan di kurdî da cuda ye. Ji bilî vê yekê, cînavkên kesandinê tên dawîya lêkeran jî. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn.
Em ê niha yek bi yek mînakên wan nîşan bidin, pişt ra em bersiva pirsên em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?" bidin. Her wekî min li jorê jî got, heke mijara cînavkên kesandinê were fêmkirin, ev pirs careke din di serê mirov da çênabin.
Cînavkên kesandinê bi cînavkên xwerû ra wiha tên bikaranîn:
Ez im.
Tu yî.
Ew e.
Em in.
Hûn in.
Ew in.
Cînavkên kesandinê du kom in û di wan da zayend nîn e. Gava ku navdêrek yan jî rengdêrek bi nedengdêrekê biqede, wiha derdikevin pêşberî mirov: im, î, e, in, in, in.
Mînak ji bo navdêrê
Ez pîlot im.
Tu pîlot î.
Ew pîlot e.
Em pîlot in.
Hûn pîlot in.
Ew pîlot in.
Têbinî: im, î, e, in, in, in ne ayîdê navdêra "pîlot" in. Ew girêdayî cînavkên xwerû ne. Yanî girêdayî "ez, tu, ew, em, hûn, ew"ê ne. Ev qayîde ji bo hemû mînakan derbasdar e.
Mînak ji bo rengdêrê
Ez porkurîşk im.
Tu porkurîşk î.
Ew porkurîşk e.
Em porkurîşk in.
Hûn porkurîşk in.
Ew porkurîşk in.
Gava ku navdêrek yan jî rengdêrek bi dengdêrekê biqede, wiha derdikevin pêşberî mirov: me, yî, ye, in, in, in.
Mînak ji bo navdêrê
Ez hemşîre me.
Tu hemşîre yî.
Ew hemşîre ye.
Em hemşîre ne.
Hûn hemşîre ne.
Ew hemşîre ne.
Minak ji bo rengdêrê
Ez tî me.
Tu tî yî.
Ew tî ye.
Em tî ne.
Hûn tî ne.
Ew tî ne.
Heta vê derê di mînakan da jî dixuye, ji bo kesê yekemîn (im/me), ji bo kesê duyemîn (î/yî), ji bo kesê sêyemîn (e/ye) û ji bo kesên pirjimar (in) hat bikaranîn. Bi gotineke din, ji bo cînavkên ''ez, tu, ew'' li gorî dengdêr û nedengdêrê şeş cînavkên kesandinê hatin bikaranîn. Lê ji bo cînavkên ''em, hûn, ew''ê bi tenê ''in'' hat bikaranîn. Ev jî nîşan dide ku ji bo her cînavkeke xwerû ya yekjimar cînavkeke kesandinê heye. Lê ji bo cînavkên pirjimar bi tenê ''in'' tê bikaranîn.
Gava ku cînavkên kesandinê di hevokên bi cînavkên tewandî da tên bikaranîn, tên dawîya wan.
Mînak
Ev apê wî ye.
Ew xwişka min e.
Yê ku sekinîye kurê meta wê ye.
"ye", "e" û "ye"ya ku hatine dawîya hevokan, girêdayî cînavkan in. Yanî girêdayî "Ev", "Ew" û "Yê ku sekinîye"yê ne. Cînavkên kesandinê her tim ayîdê kirdeyê ne.
Heke em bixwazin hevokên li jor pirjimar bikin, em ê wiha binivîsin:
Ev apên wî ne.
Ew xwişkên min in.
Yên ku sekinîne kurê meta wê ne.
Gava ku mirov nav, paşnav, temen, pîşe, navê bajarê xwe yan jî yên kesekî din dibêje, bi cînavkên kesandinê hevokan çêdike. Hevokên ku bi cînavkên kesandinê tên çêkirin ra "hevokên navdêrî" tê gotin.
Mînak
Navê min Serdar e.
Ez ji Batmanê me.
Ez 25 salî me.
Ez andazyar im.
Dema ku mirov pirsa "tu ji ku yî?" dike, dîsa cînavkên kesandinê tên bikaranîn.
Mînak
Tu ji ku yî?
-Ez ji Semsûrê me.
Ew ji ku ye?
-Ew ji Amûdê ye.
Nevîn ji ku ye?
-Nevîn ji Amedê ye.
Her wekî me li jorê jî dîyar kir, cînavkên kesandinê ji navdêr, rengdêr û cînavkên xwerû cuda tên nivîsîn. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn. Em niha jî ji bo vê çend mînakan bidin.
Mînak
Ez diçim Batmanê.
Tu diçî Batmanê.
Ew diçe Batmanê.
Em diçin Batmanê.
Hûn diçin Batmanê.
Ew diçin Batmanê.
Wekî hûn jî dibînin cînavkên kesandinê im, î, e, in, in, in hatine dawîya lêkera "çûn"ê. Ji bilî çend lêkerên awarte, ev qayîde wiha ye û qet nayê guhartin.
Mînak
Ez destên xwe dişom (im).
Tu destên xwe dişoyî.
Ew destên xwe doşo(e).
Em destên we dişon(in).
Hûn destên xwe dişon(in).
Ew destên xwe dişon(in).
Di van mînakan da bêserûberîyek heye. Lê wekî ku me li jorê jî got, çend lêkerên wiha awarte hene ku li gorî rêzikê cihê xwe nagirin. Lê belê bi piranî cînavkên kesandinê gava ku bi lêkeran ve tên bikaranîn, li gorî qayîdeyê cihê xwe digirin.
Mînak
Ez dixwînim.
Tu dixwînî.
Ew dixwîne.
Em dixwînin.
Hûn dixwînin.
Ew dixwînin.
Gava ku em bixwazin hevokeke navdêrî neyînî bikin, em qertafa neyînîyê "ne"yê tînin piştî cînavkê.
Mînak
Ez ne ji Agirîyê me.
Tu ne pîlot î.
Ew ne tî ye.
Em ne porkurîşk in.
Hûn ne mamoste ne.
Ew ne xwendekar in.
Em bixwazin di şûna cînavkan da navan bi kar bînin, dîsa jî rewş naguhere.
Mînak
Nevîn ne ji Amedê ye.
Robîn ne hevalê Rûşenê ye.
Esma ne aşpêj e.
Serhad ne ajokar e.
Di şûna qertafa neyînî "ne"yê da qertafa "nîn" jî tê bikaranîn. Ev qertaf jî wateya neyînîyê dide hevokê.
Mînak
Ez hemşîre nîn im.
Tu tî nîn î.
Ew pîlot nîn e.
Em rêwî nîn in.
Hûn hevalên Nevînê nîn in.
Ew porkurîşk nîn in.
Me heta vê derê gelek mînak dan. Me bi piranî cînavkên kesandinê di kîjan rewşan da tên bikaranîn bi tevî mînakan pêşkêş kirin. Herî dawîyê jî em bersiva pirsên xwe yên em bibêjin "Rast e yan raste?", em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?" bibersivînin.
Me li jorê got ku cînavkên kesandinê ji cînavk, navdêr û rengdêran cuda tên nivîsîn. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn. Divê em vê pirsê ji xwe bikin, peyva ku em bi kar tînin cînavk e, navdêr e yan rengdêr e? Pêşîya pêşîn divê em peyva ku bi kar tînin nas bikin.
Peyvên me "rast, nîn, baş û xweş" in. Peyva "nîn" navdêr e, peyvên "rast, baş û xweş" jî rengdêr in. Qayîdeya me çi bû em ducare bînin bîra xwe? Cînavkên kesandinê ji cînavk, navdêr û rengdêran cuda tên nivîsîn.
Mînak
Gotina te rast e.
Li vir kes nîn e.
Şîrê bizinê xweş e.
Kurê cîranê me pir baş e.
Bala xwe bidinê, berî rast, nîn, xweş û baş kirde heye, "e" ya ku hatîye dawîya hevokan, girêdayî wan e. Yanî gotina te, kes, şîrê bizinê û kurî cîranê me kirde ne. Cînavka kesandinê "e" jî ayîdê wan e. Ji ber vê yekê divê em cuda binivîsîn. Heke cînavk, navdêr û rengdêr nebûna, me yê wiha binivîsîya:
Rast e. (Yanî gotina te rast e.)
Nîn e. (Yanî li vir kes nîn e.)
Xweş e. (Yanî şîrê bizinê xweş e.)
Baş e. (Yanî kurê cîranê me baş e.
Heke em bixwazin van hevokan pirjimar bikin, em ê wiha binivîsin:
Rast in. (Yanî gotinên te rast in.)
Xweş in. (Yanî şîrê bizinê û şîrê çêlekê xweş in.)
Baş in. (Yanî kurên cîranê me baş in.
Bawer Agirî
Ji bo mijara cînavkên kesandinê lînkê bitikînin:
Yorumlar
Yorum Gönder