15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Ronîya Nasnameya Me Ye

15ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî, ji bo her Kurdekî rojeke pîroz e. Ziman ne tenê amûreke ragihandi ye, herwiha gîyanê çand, dîrok û nasnameya me ye. Kurdî bi zaravayên xwe yên rengîn ên wekî Kurmancî, Soranî, Zazakî û Goranî mîna baxçeyekî bi gul û kulîlk e ku her peyveke wî çîrokeke dîrokî vedibêje. 

Ev ziman bi sedsalan li hemberî zordarî û qedexeyan li ber xwe daye. bi saya berxwedana gelê Kurd, lorîkên dayikan, nivîsên helbestvanan, kilamên dengbêjan, çîrok û destanan ew gihîştîye roja me ya îro. 15ê Gulanê ku bi weşana kovara Hawarê di sala 1932an da dest kirîye, îro bûye roja sembola zimanê me. Ev roj bîranîna yekê ye ku em her sal bi heycan pîroz dikin. 

Di rojê da, em bi şanazî giringîya zimanê xwe careke din bi bîr tînin. Werin hûn Kurdî bixin nav  jîyana xwe biaxivin, pirtûkan bixwînin, stranan bibêjin, wan guhdarî bikin û li ser torên civakî bi Kurdî binivîsin. Divê neyê jibîrkirin ku her peyveke kurdî tovek e ku em di baxçeyê çanda xwe de diçînin. Divê em zimanê xwe bi awayekî nûjen geş bikin û bigihînin nifşên . 

Roja Zimanê Kurdî ew roj e ku ji bo pîrozkirina nasnameya me pir girîng e. Ka em bi hev ra soz bidin ku zimanê xwe wekî gencîneyekê di kûrahîya dilê xwe da biparêzin. Bila her peyveke Kurdî bibe ronîya rêya me! Roja Zimanê Kurdî li we pîroz be! 

 

Bawer Agirî 

14-05-2025 



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Kürtçe “1 Mayıs” ve “Yaşasın 1 Mayıs!” Nasıl Yazılır?

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!