Kayıtlar

waneyên kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Kurteya kanala Hîngeha Kurdî ya sala 2022

Resim
Kanala me ya Hîngeha kurdî li gorî par mezintir bûye. Hem di warê dîtin, temaşekirin û şopîneran ve hem jî di warê parvekirin û ecibandinan ve gelekî pêş ketîye. Ji ber vê yekê, em yeko yeko spasîya endamên kanala Hîngeha Kurdî dikin. Kurteya kanala Hîngeha Kurdî ya 2022an wiha ye: 70 hezar temaşekirin 210 hezar maweya temaşekirinê (deqîqe) 2.384 ecibandin 1.169 aboneyên nû Meha çileyê Di vê mehê da vîdyoyên ku herî zêde hatine temaşekirin 1 011 Kürtçeden Türkçeye geçen 190 kelime #kürtçe #kürtçekelimeler #kürtdili 2 Kürdistan'daki bütün il ve ilçelerin Kürtçe isimleri Navên bajar û navçeyên Kurdistanê #bajar 3 Kürtçede en çok kullanılan 50 tane fiil Kürtçe kelimeler 4 #kürtçefiiller #lêkerênkurdî 3 vîdyoyên kurt (YouTube Shorts) videosu 831 YouTube Shorts hatîye temaşekirin Li serê salê heta dawîya salê kurtevîdeoyên ku herî zêde hatine temaşekirin 1 Bi zaravayê Kelhurî helbesteke xweş - Ez Kirmanşan im Farisî nizanim #helbest #helbestênkurdî 2 Karik xwe şê

Bikaranîna çar lêkeran di pênc deman da

Resim
Lêker girîn girtin kişandin şikandin Lêker: girîn Dema niha Ez digirîm. Tu digirî. Ew digirî. Em digirîn. Hûn digirîn. Ew digirîn. Dema bê Ez ê bigirîm. Tu yê bigirî. Ew ê bigirî. Em ê bigirîn. Hûn ê bigirîn. Ew ê bigirîn. Dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyam. Tu girîyayî. Ew girîya. Em girîyan. Hûn girîyan. Ew girîyan. Dema borîya têdayî Forma duyemîn Ez girîm. Tu girî. Ew girî. Em girîn. Hûn girîn. Ew girîn. Çîrokîya dema borîya têdayî Forma yekemîn Ez girîyabûm  Tu girîyabûyî. Ew girîyabû. Em girîyabûn. Hûn girîyabûn. Ew girîyabûn. Çîrokîya dema borîya têdayî Forma duyemîn Ez girîbûm. Tu girîbûyî. Ew girîbû. Em girîbûn. Hûn girîbûn. Ew girîbûn. Dema borîya dûdar Forma yekemîn Ez girîyame. Tu girîyayîye. Ew girîyaye. Em girîyane. Hûn girîyane. Ew girîyane. Dema borîya dûdar Forma duyemîn Ez girîme. Tu girîye. Ew girîye. Em girîne. Hûn girîne. Ew girîne. Lêker: girtin Dema niha Ez digirim. Tu digirî. Ew digire. Em digirin. Hûn digirin. Ew digirin. Dema bê Ez ê bigirim. Tu yê bi

Rastbikaranîna lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin"

Resim
Di zimanê nivîskî da gelek caran mirov dibîne ku lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin" di nava hevokan da çewt tên bikaranîn. Em ê qasekî din li jêrê mînakên wan bidin. Lê divê em bibêjin ku formeke din ya van lêkeran heye ku ew jî bi vî awayî ye: tev bûn, tev hev bûn, tev hev kirin... Heke em van bidin ber hev dê wiha bin: tev bûn / tev lê bûn tev hev bûn / tev li hev bûn tev hev kirin / tev li hev kirin Lêkera "beşdar bûn" jî wekî hevwateya "tev bûn, tev lê bûn"ê ye, em ê ji bo vê jî çend mînakan bidin.  Ev nivîs bi kurtahî hatîye nivîsîn. Hûn dikarin vê mijarê di lînka li jêr da berfirehtir temaşe bikin: https://youtu.be/5phVzHKM3M4

Di Kurdî da Gerguhêzî û Negerguhêzî

Resim
Di jîyana zimanê devkî da bi gelemperî pirsgirêka gerguhêzî û nehegerguhêzîyê dernakeve. Gava ku mirov diaxivin, baldar nabin ka ew lêkereke gerguhêz bi kar tînin yan lêkereke negerguhêz. Jixwe hewce nake mirov ji bo zimanê devkî her tim baldar bibe. Her kurdê/a ku di zaroktîya xwe da hînî kurdî bûbe, ew pir hêsan dikare bi zimanê devkî   hemû lêkeran bi kar biîne (çi gerguhêz çi negeguhêz). Lê gava ku mijar tê ser zimanê nivîskî rewş diguhere. Ji ber ku zimanê nivîskî mîna kamerayê ye ku her tiştî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Loma jî pêwîst e ku di zimanê nivîskî da haya mirov ji gerguhêzî û negerguhêzîyê hebe. Ji bo mirov bikare kurdîyeke rast û baş binivîse. Di vê nivîsa xwe da em ê li ser mijara gerguhêzî û negerguhêzîyê bisekinin. Heke em bi awayekî hêsan bibêjin, di hevokekê da heke lêkerek bireserê hilde ew lêker gerguhêz e, heke bireserê hilnede ew lêker negerguhêz e. Ji ber ku kurdî zimanekî nîv-ergatîv e, kişandina lêkeran li gorî deman diguhere. Di dema niha û dem