Kayıtlar

zimanê kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Berxê min / Berxa min, Berxikê min / Berxika min

Resim
Peyva “berx” gava ku bi serê xwe be, navdêr e û nêtar e. Zayend û mêjera wê di nav hevokê da dîyar dibe. Berî ku em mînakên xwe bidin, divê em hinekî qala girîngîya wê bikin.  Kurd ji berxan pir hez dikin. Ew qas hez dikin ku zarokên xwe dişibînin wan. Mirov vê yekê di jîyana rojane da dibîne. Di folklora kurdan da cihê vê peyvê berfireh e. Bo nimûne, di nav stran û çîrokan da pir hatîye bikaranîn. Wekî mînak, hûn dikarin bi vê lînkê straneke ku avêtine ser berxê guhdarî bikin: https://youtu.be/iHVUvsn-XDA Ji bilî vê, mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Hin hunermendên kurd her çi qas bi awayekî neyînî be jî ev peyv kirîye stran. Her wekî: Gur ketîye Gelîyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e. Yan jî li ser qehremanîyê bi awayekî erênî jî straye. Mînak: Çîyayên me bilind in, lo berxo berxê min. Me got ku peyva “berx” navdêr e û nêtar e. Hin caran ev pev biçûktir dibe. Ev jî ji bo delalîkirinê tê bikaranîn. Mînak: berxik . Ev jî wekî “berx” navdêr e û nêtar e. Mêjer û zayenda wê jî ...

Di hînbûna zimanî da çi qas zehmetî heye?

Resim
Sê xalên girîng hene ku gava ku kesek nû hînî zimanî dibe û tê da zehmetîyan dikişîne; jiberkirina peyvan, hevoksazî û demsazî... Ji bilî van, hînbûna dengan û bilêvkirina wan jî hene. Ev xala dawîyê di demeke kurt da dikare were çareserkirin, lê her sê xalên din pir dijwar in. Di hevoksazîyê da kîjan peyv dê li ku be, daçek û hoker dê li ku bin, bi rastî jî ev bi serê xwe hînbûneke pir dijwar e. Hînbûna demsazîyê jî bi heman awayî dijwar e. Di demsazîyê da lêker li gorî dem û kesan hin qertefan digirin û di wan da hin deng tên guhartin. Di nava demsazîyê da hin rawe jî hene ku divê yek bi yek li gorî mantiqê ziman werin bikaranîn.  Ez çima van tiştan dibêjim? Ji bo dê û bavan... Ji ber ku dê û bav berî ku kurdî hînî zarokên xwe bikin, yan tirkî yan erebî yan jî farisî hînî wan dikin. Bi xwe kurdî dizanin, dibêjin qey zarokên wan mezin bibin ew ê jiberxxwe kurdî biaxivin. Ev bawerî û nêzîkatî dihêlin ku zarok ji zimanê xwe dûr bikevin û kurdî tune bibe.  Me li jorê bal kişa...

Agahdarî, Agahdarî!

Resim
Silav gelî hevalan, em carinan di bloga Hîngeha Kurdî da derbarê ziman û rêzimanê, dîrok, çand û wêjeya kurdî da hin nivîsar û gotaran diweşînin. Heke hûn dixwazin em nivîsar û gotartên we jî di bloga Hîngeha Kurdî da biweşînin, ji kerema xwe bi "Formata Wordê" bişînin vê gmaîlê: baweragiri@gmail.com Redaksîyona nivîsar û gotartên we aîdî me ye. Lê belê ji bo vê jî şertekî me heye. Divê paşdaçek wekî "di...da, di...ra, di..ve" bên nivîsîn. Her wiha divê berî tîpa "y"yê " î " were nivîsîn û tîpa "ê" jî berî "y"yê wekî xwe were nivîsîn. Ji bilî vê yekê, divê di dema borîya dûdar da jî tîpa " î " berî "y"yê were nivîsîn. Her wekî, gotîye, birîye, şandîye, rûniştîye... Em li benda nivîsar û gotartên we yên hêja ne.