Kayıtlar

derûnnasî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Zîndana Evîndaran

Resim
Di serdema me da gelek parcot (hevalbend, mêr û jin, dergîstî), "di zîndaneke dukesî" da dijîn. Girêdayî hev in, ji hev hez dikin, lê ne bextewar in. Xwe ji têkilîyên civakî dûr xistine, tenê bi hev ra radibin-rûdinin. Lê ew ji bîr dikin ku mirov gîyandarekî bîyo-psîko-sosyal e. Çawa ku pêwistîyên laşê me hene, herwiha yê derûna me (ruhê me) jî hene. Yek ji van pêwîstîyan -em bixwazin-nexwazin- sosyalîte ye. Heger ji parcotê yek di pêpelûkên zaroktîya biçûk da, têra xwe hezkirina dêûbavê nedîtibe, bê dê yan bê bavî jîyabe, rûdan jî zêde dibe. Erê, ji hevjîna/hevjînê xwe hez dike, lê tiştek kêm e. Elektrîkek, enerjîyek kêm e. Hela ku ji alîyan yek sosyalfobîk be, pê ra sîndroma Asberger hebe, nevrotîk be, sebra wê kêm be, bengî yan pasîv be, ji ber gelek serpêhatîyan ji seksê hez neke, kêşe zêde dibin. Wiha ku êdî pêwîstî bi alîkarîya derûnî dibînin. Helbet du rê hene: Cudabûn an berdewamkirin. Ev cuda nabin, lewra bê hev jî nikarin. Çare çi ye? Em ê di navenda xwe da bi model

Çend ji faktorên sereke yên zêdebûna stresê, li cem Kurdan:

Resim
 - Mobînga mayînde ya bêstatûbûna Kurdan li seranserê cîhanê - Trawma û depresyonên ji ber şer û jiyana awarte - Xizanî, deyndarî û tirsa exîstensê - Nakokiyên mayînde yên mêr-jinan (zewac, destgirtî) - Bicihnehatina dadê (edaletê) - Rewşa dijwar a li kar (ji aliyê performansê ve) - Kêmasiya behremendiyan û hobiyan - Mobîng li kargeh, dibistan û ya di medyayê de - Zêdebûna berpirsiyariyan (li cem Kurdan bêhtir e) - Xebata bi wardiye, karê şevê û karên awarte (kolberî) - Hîsa kontrol û bindestiyê, kamerayên kolanan, kontrola riyan - Îzolasyona civakî (zîndanîbûna xizman, penaberî) - Zimanê şîdetê yê siyasetmedar û rayedaran - Agresyona mamosteyan li hemberî xwendekarên Kurd  - Mehçûbiyeta li hember temendirêjan ku jiyana nûjen derfet nade mirov gorî urf û edetên xwe tev bigere - Mehçûbiyeta li hemberî zarok û neviyan ku derfet nîn e mirov wan baş xwedî û perwerde bike - Tirsa aktûal a bo îhtîmala birçîbûn, bombebaran û destdirêjiyê ji aliyê hêzên çekdar ve - Li gelek deveran berevajîyê