Zîndana Evîndaran

Di serdema me da gelek parcot (hevalbend, mêr û jin, dergîstî), "di zîndaneke dukesî" da dijîn. Girêdayî hev in, ji hev hez dikin, lê ne bextewar in. Xwe ji têkilîyên civakî dûr xistine, tenê bi hev ra radibin-rûdinin. Lê ew ji bîr dikin ku mirov gîyandarekî bîyo-psîko-sosyal e. Çawa ku pêwistîyên laşê me hene, herwiha yê derûna me (ruhê me) jî hene. Yek ji van pêwîstîyan -em bixwazin-nexwazin- sosyalîte ye.

Heger ji parcotê yek di pêpelûkên zaroktîya biçûk da, têra xwe hezkirina dêûbavê nedîtibe, bê dê yan bê bavî jîyabe, rûdan jî zêde dibe. Erê, ji hevjîna/hevjînê xwe hez dike, lê tiştek kêm e. Elektrîkek, enerjîyek kêm e.

Hela ku ji alîyan yek sosyalfobîk be, pê ra sîndroma Asberger hebe, nevrotîk be, sebra wê kêm be, bengî yan pasîv be, ji ber gelek serpêhatîyan ji seksê hez neke, kêşe zêde dibin. Wiha ku êdî pêwîstî bi alîkarîya derûnî dibînin.

Helbet du rê hene: Cudabûn an berdewamkirin. Ev cuda nabin, lewra bê hev jî nikarin. Çare çi ye?

Em ê di navenda xwe da bi modela şema-terapî, psîkodrama, xebatên îmagînatîv (û helbet bi zimanê Kurdî) bi we ra bin. 

Kurtenivîs Nr. 508

Darius Winzer


Ji bo dersên kurdî temaşe bikin lînkê bitikînin
https://youtube.com/c/HingehaKurdi






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi