Kayıtlar

hîngeha kurdî etiketine sahip yayınlar gösteriliyor

Mihemed pêxember mafdar bû yan Amr bîn Hîşam (Ebû Cehîl)?

Resim
Hûn Amr bîn Hîşam nas dikin? Dibe ku piranîya we ev nav nebihîstîye. Lê heke em bibêjin hûn "Ebû Cehîl" nas dikin, piranîya we yê bibêje, erê min navê wî bihîstîye. Navê Ebû Cehîl yê rast Amr bîn Hîşam e. Lê piştî ku misliman xurt dibin û ji ber hin sebebên din Mihemed pêxember navê wî lê dike Ebû Cehîl. Ji wê demê şûn da êdî gelek kes wî bi vî navî dinasin. Em ê piştra qala wê yekê bikin ku sebaba ku çima pêxember ev nav li wî kirîye. Lê, berî vê, divê em hinekî qala têkilî, şer û pevçûnanên di navbera Mihemed pêxember û Amr bîn Hîşam da bikin. Herweha em ê behsa wê yekê bikin ku bi rastî jî Amr bîn Hîşam wekî navê xwe nezan bû yan na. Ji bilî vê yekê, em dixwazin ku piştî ku we ev nivîs xwend, hûn bi xwe biryarê bidin ka kî mafdar bû. Êdî teqdîr ya we ye. Amr bîn Hîşam di dema Mihemed pêxember da yek ji rêberên Mekeyê bû. Ew li gorî dema xwe mirovekî zana, wekî her kesî girêdayî bawerî û çanda xwe bû. Piştî ku Mihemed pêxember pêxembertîya xwe îlan dike, dixwaze ku Amr bîn...

Peyva "kameraman" bi tirkî ye?

Resim
Gava ku mirov li dîrokê dinêre, zimanan ji hev gelek peyv standine û xwe zêdetir zengîn kirine. Ev danûstandin pirî caran xwezayî bûye. Lê piştî ku serdest û dagirker bi zanebûn nijadperestî kirin, rewş ji xwezaya xwe derket. Bo mînak, piştî ku Mihemed pêxember mir, ereban êrîşî her derê kirin. Erebî bi Quranê ve têkildar kirin û wekî zimanê pîroz û tekane li ser gelên din ferz kirin. Bi vî awayî bivê nevê tesîra erebî li her derê li ser zimanên din çêbû. Kurdî jî yek ji wan mexdûran e. Piştî avakirina komara tirk,  Sazîya Zimanê Tirkî (TDK)  di sala 1932an da hat avakirin. Bi vê sazîyê zimanê tirkî ji nû ve hat nivîsîn, jê ra rêzimanek hat danîn û di dibistanan da hat hînkirin. Ji wê rojê heta niha tirkî bûye zimanê nivîsînê. Dûra vê sazîyê bi hezaran peyvên bîyanî li gorî denganîya tirkî guherandin û kirin malê tirkî. Tirkî peyvên xwe bi piranî ji erebî, zimanên ewropî, kurdî, rûsî, farisî û hin zimanên din standine.  Her wekî me li jor jî da xuyakirin, zimanê tirkî ge...

Berxê min / Berxa min, Berxikê min / Berxika min

Resim
Peyva “berx” gava ku bi serê xwe be, navdêr e û nêtar e. Zayend û mêjera wê di nav hevokê da dîyar dibe. Berî ku em mînakên xwe bidin, divê em hinekî qala girîngîya wê bikin.  Kurd ji berxan pir hez dikin. Ew qas hez dikin ku zarokên xwe dişibînin wan. Mirov vê yekê di jîyana rojane da dibîne. Di folklora kurdan da cihê vê peyvê berfireh e. Bo nimûne, di nav stran û çîrokan da pir hatîye bikaranîn. Wekî mînak, hûn dikarin bi vê lînkê straneke ku avêtine ser berxê guhdarî bikin: https://youtu.be/iHVUvsn-XDA Ji bilî vê, mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Hin hunermendên kurd her çi qas bi awayekî neyînî be jî ev peyv kirîye stran. Her wekî: Gur ketîye Gelîyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e. Yan jî li ser qehremanîyê bi awayekî erênî jî straye. Mînak: Çîyayên me bilind in, lo berxo berxê min. Me got ku peyva “berx” navdêr e û nêtar e. Hin caran ev pev biçûktir dibe. Ev jî ji bo delalîkirinê tê bikaranîn. Mînak: berxik . Ev jî wekî “berx” navdêr e û nêtar e. Mêjer û zayenda wê jî ...

Kurteya kanala Hîngeha Kurdî ya sala 2022

Resim
Kanala me ya Hîngeha kurdî li gorî par mezintir bûye. Hem di warê dîtin, temaşekirin û şopîneran ve hem jî di warê parvekirin û ecibandinan ve gelekî pêş ketîye. Ji ber vê yekê, em yeko yeko spasîya endamên kanala Hîngeha Kurdî dikin. Kurteya kanala Hîngeha Kurdî ya 2022an wiha ye: 70 hezar temaşekirin 210 hezar maweya temaşekirinê (deqîqe) 2.384 ecibandin 1.169 aboneyên nû Meha çileyê Di vê mehê da vîdyoyên ku herî zêde hatine temaşekirin 1 011 Kürtçeden Türkçeye geçen 190 kelime #kürtçe #kürtçekelimeler #kürtdili 2 Kürdistan'daki bütün il ve ilçelerin Kürtçe isimleri Navên bajar û navçeyên Kurdistanê #bajar 3 Kürtçede en çok kullanılan 50 tane fiil Kürtçe kelimeler 4 #kürtçefiiller #lêkerênkurdî 3 vîdyoyên kurt (YouTube Shorts) videosu 831 YouTube Shorts hatîye temaşekirin Li serê salê heta dawîya salê kurtevîdeoyên ku herî zêde hatine temaşekirin 1 Bi zaravayê Kelhurî helbesteke xweş - Ez Kirmanşan im Farisî nizanim #helbest #helbestênkurdî 2 Karik xwe şê...