Mihemed pêxember mafdar bû yan Amr bîn Hîşam (Ebû Cehîl)?

Hûn Amr bîn Hîşam nas dikin? Dibe ku piranîya we ev nav nebihîstîye. Lê heke em bibêjin hûn "Ebû Cehîl" nas dikin, piranîya we yê bibêje, erê min navê wî bihîstîye. Navê Ebû Cehîl yê rast Amr bîn Hîşam e. Lê piştî ku misliman xurt dibin û ji ber hin sebebên din Mihemed pêxember navê wî lê dike Ebû Cehîl. Ji wê demê şûn da êdî gelek kes wî bi vî navî dinasin. Em ê piştra qala wê yekê bikin ku sebaba ku çima pêxember ev nav li wî kirîye. Lê, berî vê, divê em hinekî qala têkilî, şer û pevçûnanên di navbera Mihemed pêxember û Amr bîn Hîşam da bikin. Herweha em ê behsa wê yekê bikin ku bi rastî jî Amr bîn Hîşam wekî navê xwe nezan bû yan na. Ji bilî vê yekê, em dixwazin ku piştî ku we ev nivîs xwend, hûn bi xwe biryarê bidin ka kî mafdar bû. Êdî teqdîr ya we ye.

Amr bîn Hîşam di dema Mihemed pêxember da yek ji rêberên Mekeyê bû. Ew li gorî dema xwe mirovekî zana, wekî her kesî girêdayî bawerî û çanda xwe bû. Piştî ku Mihemed pêxember pêxembertîya xwe îlan dike, dixwaze ku Amr bîn Hîşam jî bibe misliman. Lê ew li dijî pêxember derdikeve. Her çi qas pêxember bi israr dixwaze ew jî bibe misliman, lê wî tu carî ev yek qebûl nekirîye. Wî ji pêxember ra digot ku ez te, bavê te û silaleya te nas dikim. Tu niha hatî ji min dixwazî ku ez dev ji dînê xwe berdim û bibim misilman. A rast divê tu dev ji vî dînî xwe yê derewîn berdî. Yê kafir tu yî û tu bawerîya me ya qedîm reş dikî û li dijî me bêhurmetîyê dikî.

Amr bîn Hîşam hevalê Mihemed pêxember ê zarokatîyê bû 

Amr bîn Hîşam hevalê Mihemed pêxember ê zarokatîyê bû. Ji ber vê jî wan baş hev dinasî. Wê demê cil û bergên şênîyê Mekeyê wekî hev bûn. Kincên ku Amr bîn Hîşam û mekeyîyan li xwe dikirin, pêxember jî li xwe dikirin. Tu ferqek di navbera wan da tune bû. Di warê zanîn, çand û kevneşopîyan da jî rewş her wisa bû. Nexwe Mihemed pêxember doza çi ji wî dikir? Sebeba ku pêxamber dixwast Amr bîn Hîşam bibe misliman ew bû ku ew tevî refên mislimanan bibe. Ji ber ku ew giregirê Mekeyê bû û pir jîr û zana bû. Li gorî pêxember, heke ew îslamê qebûl bike, ji bo wî dê bibe destkeftîyeke mezin. Di wê demê da gava ku kêşeyek di nav gel da çêdibû, Amr bîn Hîşam çareser dikir. Jixwe jê ra "Ebû'l-Hekam" jî dihat gotin. Yanî "Bavê Siltan-Zana". Bavê Siltan bi rastî jî wê demê Siltanê Mekeyê bû. Ji ber vê yekê jî Mihemed pêxember dixwast mirovekî xurt û zana piştgirîya wî bike. Lê hemû hewldanên pêxember vala derdiketin.

Amr bîn Hîşam heta nefesa xwe ya dawîyê dev ji dînê xwe berneda û nebû misliman 

Wî gelek caran li dijî pêxember şer dikir û her tim digot ku tu şaş î, divê tu werî ser rêya heqîyê. Piştî van şer û pevçunan, Mihemed pêxember navê wî lê kir Ebû Cehîl. Yanî bavê cahilan (bavê nezanan). Ji wê rojê şûn da ev nav di nav gel da belav bû û heta roja me ya îro hat. Baş bala xwe bidinê, di roja me ya îro da jî heke mirov bixwaze reqîbê xwe têk bibe, divê mirov wî biçûk bixe û wî reş bike. Mihemed pêxember jî ji bo ku wî di nav gel da biçûk bixe û reş bike, ev nav lê kirîye. Mirov dikare bibêje ku Mihemed pêxember dizanî ew ê dijminê xwe çawa têk bibe. Lê dijmin jî ew baş dinasî. Ji ber vê jî pêxember dikete tengasîyeke mezin.

Li gorî navê ku lê hatîye kirin, bi rastî jî Amr bîn Hîşam mirovekî nezan bû?  

Li gorî dîroknas û civaknasan, tiştên ku Mihemed pêxember dizanî, wî jî dizanî, tiştên ku Mihemed pêxember digotin, wî jî digotin. Bo nimûne, wî ji Mihemed pêxember ra digot ku ew tiştên ku em dizanin, ew tiştên ku di dînê me da hene û di dînên din da hene, tu wan ji me ra dubare dikî. Tu ji me ra tiştekî nû nabêjî. Em dixwazin ku tu ji me ra tiştekî nû bibêjî. Ka mucîzeyekê nîşanî me bide, em bizanin ku tu pêxember î. Bi rastî tu ji bilî çîrokan tiştekî din ji me ra nabêjî. Tu dînekî li derê hanê yî. Mihemed pêxember jî digot ku mucîzeya min Quran e û çi dikir nedakarî ew pê qanih bike. Dema ku dîroknas Amr bîn Hîşam û Mihemed pêxember berawirdî hev dikin, bêalî nêzîk dibin û dibêjin ku di warê zanîn û rêbertîyê da her du wekî hev bûn. Lê şans li alîyê Mihemed pêxember bû. Ji ber vê jî ew bi ser ket. Herweha dîroknas dibêjin ku Mihemed pêxember rik berdabû Amr bîn Hîşam. Ji ber ku hem îslam qebûl nedikir hem jî li dijî Mihemed pêxember dijberekî mezin bû ango reqîbekî mezin bû. 

Kî mafdar bû?

Hin dîroknas heq didin Amr bîn Hîşam. Li gorî wan bi rastî jî Mihemed pêxember tiştekî nû neanîbû holê. Wî li gorî xwe dînek li hev anîye û li ser xelkê ferz kirîye. Tiştên ku di dînên din da hene, wî ew dubare dikirin. Jixwe ji ber vê yekê Amr bîn Hîşam ev yek qebûl nedikir. A din, ew hevalên hev ên zarokatîyê bûn û hev baş dinasin. Ji ber vê yekê jî wan hemû fen û fûtên hev dizanin. Amr bîn Hîşam bi dijberîya xwe ya li hemberî pêxember û reftarên xwe yên li dijî misilmantîyê dihat naskirin. Herweha ew apê Omer e (Omer bîn Xetab). Ew di navbera salên 570-624da jîyaye û di şerê li dijî mislimanan da yê li Bedîrê ji alîyê mislimanan ve hatîye kuştin. 

Bawer Agirî

08-07-2023



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi