Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame
Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame Êmê kevokan ji bîr meke Gava tu dikevî cengên xwe Bi yên din jî birame Yên aştîyê dixwazin ji bîr meke Dema tu fatoreya avê didî Bi yên din jî birame Kesên ewran dimijin Dema tu vedigerî malê, mala xwe, bi yên din jî birame Gelên konan ji bîr meke Gava tu radizê yan jî gerstêrkan dijmêrî Bi yên din jî birame Hin hene cihê razanê peyda nekirin Dema tu xwe ji wateyan rizgar dikî, bi yên din jî birame Kesên mafên xwe yên axaftinê winda kirin Dema tu bi yên dûr difikirî, li ser xwe jî birame bibêje: Xwezî ez di tarîyê da mûmek bûma Mehmûd Derwîş Werger: Evîn Hesen