Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame
Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame
Êmê kevokan ji bîr meke
Gava tu dikevî cengên xwe
Bi yên din jî birame
Yên aştîyê dixwazin ji bîr meke
Dema tu fatoreya avê didî
Bi yên din jî birame
Kesên ewran dimijin
Dema tu vedigerî malê, mala xwe, bi yên din jî birame
Gelên konan ji bîr meke
Gava tu radizê yan jî gerstêrkan dijmêrî
Bi yên din jî birame
Hin hene cihê razanê peyda nekirin
Dema tu xwe ji wateyan rizgar dikî, bi yên din jî birame
Kesên mafên xwe yên axaftinê winda kirin
Dema tu bi yên dûr difikirî, li ser xwe jî birame
bibêje: Xwezî ez di tarîyê da mûmek bûma
Mehmûd Derwîş
Werger: Evîn Hesen
Yorumlar
Yorum Gönder