Çend ji faktorên sereke yên zêdebûna stresê, li cem Kurdan:

 - Mobînga mayînde ya bêstatûbûna Kurdan li seranserê cîhanê

- Trawma û depresyonên ji ber şer û jiyana awarte

- Xizanî, deyndarî û tirsa exîstensê

- Nakokiyên mayînde yên mêr-jinan (zewac, destgirtî)

- Bicihnehatina dadê (edaletê)

- Rewşa dijwar a li kar (ji aliyê performansê ve)

- Kêmasiya behremendiyan û hobiyan

- Mobîng li kargeh, dibistan û ya di medyayê de

- Zêdebûna berpirsiyariyan (li cem Kurdan bêhtir e)

- Xebata bi wardiye, karê şevê û karên awarte (kolberî)

- Hîsa kontrol û bindestiyê, kamerayên kolanan, kontrola riyan

- Îzolasyona civakî (zîndanîbûna xizman, penaberî)

- Zimanê şîdetê yê siyasetmedar û rayedaran

- Agresyona mamosteyan li hemberî xwendekarên Kurd 

- Mehçûbiyeta li hember temendirêjan ku jiyana nûjen derfet nade mirov gorî urf û edetên xwe tev bigere

- Mehçûbiyeta li hemberî zarok û neviyan ku derfet nîn e mirov wan baş xwedî û perwerde bike

- Tirsa aktûal a bo îhtîmala birçîbûn, bombebaran û destdirêjiyê ji aliyê hêzên çekdar ve

- Li gelek deveran berevajîyê îzolasyonê zêdebûna têkiliyên civakî, kêmbûna azadiya takekesî

- Xerabiyên civakî (sîxurî, kurtepist)

- Kontrala îrrasyonal a komên olî (him li cem Sunnî, him jî Elewî û Êzîdiyan)

- Kontrola îrrasyonal a komên siyasî (partî, sazî)

Psîkolog Darius Winzer



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi