Neyînîya lêkera "hebûn"ê "tune bûn" çawa tê nivîsîn?
Gava ku em bixwazin tiştekî aîdê xwe nîşan bidin, yan jî em bixwazin tiştek ya me ye û em xwedîbûna xwe ya tişt û kesan dîyar bikin, em lêkera "hebûn"ê bi kar tînin. Îcar heke em bixwazin berevajîyê vê dîyar bikin, em lêkera "tune bûn"ê bi kar tînin.
Di vê nivîsa xwe da em ê hewl bidin ku lêkera "tune bûn"ê di dema borîya têdayî da bi awayekî rast bi kar bînin. Sebeba ku me ev dem hilbijart ew e ku lêkera "tune bûn"ê di demên borî da derdikeve holê.
Me berî niha ji bo mijara lêkera "hebûn"ê û neyînîya wê "tune ye/ne"yê ji bo dema niha bi tirkî vîdyoyek çêkirîye. Ji ber vê yekê jî em nimûneyan ji bo dema niha nadin. Em ê tenê ji bo dema borîya têdayî hin mînakan raberî we bikin. Yên ku dixwazin dikarin vê lînkê bitikînin û mînakên dema niha temaşe bikin:
Lêkera "tune bûn"ê ji du hêmanan pêk tê; ji rengdêra "tune"yê û lêkera "bûn"ê. Ev lêker dijwateya lêkera "hebûn"ê ye. Heke em lêkera "hebûn"ê li gorî dema borîya têdayî û cînavkên kesandinê bikişînin dê wiha were :
Ez hebûm.
Tu hebûyî.
Ew hebû.
Em hebûn.
Hûn hebûn.
Ew hebûn.
Ev mînak bi gelemperî rast tên nivîsîn. Yan jî em dikarin bibêjin ku gava ku erênî bê nivîsîn, tevlihevî dernakeve holê. Lê gelek kes nizanin van mînakan neyînî bikin. A pirsgirêk di vir da derdikeve holê. Mirov difikirin gelo em hêmanên lêkera "tune bûn"ê bi hev ve binivîsin yan ji hev cuda?
Divê em dîyar bikin ku hêmanên lêkera "tune bûn"ê heke wekî lêker bên bikaranîn, divê ji hev cuda bên nivîsîn. Ji ber ku lêkera "tune bûn"ê lêkereke hevedudanî ye wekî lêkerên me yên din ên hevedudanî. Lê heke wekî navdêr were bikaranîn, wê demê divê her du hêmanên wê bi hev ve werin nivisîn.
Em niha hevokên li jor neyînî bikin ka çawa çêdibin:
Ez tune bûm.
Tu tune bûyî.
Ew tune bû.
Em tune bûn.
Hûn tune bûn.
Ew tune bûn.
Her wekî di mînakan da jî xuya dike, lêker li gorî dema boriya têdeyî û li gorî cînavkên kesandinê hatîye kişandin. Her wiha ya ku ji me ra pir girîng e û divê bala me li ser be her du hêmanên wê ji hev cuda hatine nivîsîn.
Em niha teksta ku me li jêr nivîsîye bixwînin û li cihên reşkirî binêrin:
Hebû tune bû gelekî bi navê Kardox di çaxên berê da hebû. Di wexta xwe da xwedîdewlet û xwedîserdac bû. Sertac û lehengên wî miletî dest diavêtin ku, ew der ji xwe ra dikirin waristan. Dem û demistan, sal û mehistan di ser ra pir derbas bûn. Bax û baxçeyên wan, tirî û hirmîyên wan, sêv û hinarên wan mîna ewrên asmanan pir bûn. Rûn û hingivê wan, hesp û çêlekên wan, kar û bizinên wan mîna çeman diherikîn. Serî hebû, binî tune bû. Sertacê vî welatî yekî cesur, zana û xweşmêr bû. Welatên cînar pir hurmeta wî dikirin.
Di teksta li jor da jî xuya dike ku hêmanên lêkera "tune bûn"ê ji hev cuda hatine nivîsîn. Jixwe awayê wê yê rast jî ew e.
Em niha çend mînakên din jî nîşan bidin û ku mijar baştir were fêmkirin:
Xwîşkeke Deryayê tune bû. (yekjimar)
Xwişk û birayekî Deryayê tune bûn. (pirjimar)
Di çenteyên wan da telefonek tune bû. (yekjimar)
Di çenteyên wan da sê telefon tune bûn. (pirjimar)
Pirtûkeke wê tune bû. (yekjimar)
Sed pirtûkên wê tune bûn. (pirjimar)
Mirov di van mînakan da jî dibîne ku kirde yekjimar be yan jî pirjimar be ferq nake. Her du hêmanên lêkera "tune bûn"ê ji hev cuda hatine nivîsîn.
Heke em lêkera "tune bûn"ê wekî navdêr bi kar bînin, îcar divê em her du hêmanên wê bi hev ve binivîsin.
Mînak
Tunebûna te gelekî me xemgin dike.
Hebûn û tunebûn du wateyên cuda didin.
Xwedê mala tunebûnê xirab bike!
Celadet Alî dibêje ku hebûn û tunebûn di destê mirov da ne.
Tunebûn dijwar e!
Bawer Agirî
15.02.2022
Nederland
Yorumlar
Yorum Gönder