Divê nûçeyên tundîyê yên wekî êrîşên li dijî zarok, jin û ajalan ketûber neyên parvekirin

Nûçeyên tundîyê çi qas bihên parvekirin, piştî hefteyekê rêjeya wê zêdetir dibe. Mirov çav didin hev û bi heman awayî tundîyê pêk tînin. Heke em dixwazin qencîyê ji civaka xwe ra bikin, pêwîst e em nûçeyên tundîyê parve nekin. 

Divê mirov guh nede televîzyon û malperên nûçeyan. Ew zêde qencîya cicakê naxwazin. Her televîzyonek yan a rêxistin û terîqetekê ye yan jî ya kesekî ye. Ji ber vê yekê, ew li gorî berjewendîyên xwe hereket dikin. 

Gava ku em van gotinan dibêjin, em ji ber xwe nabêjin. Psîkolog û pedagog didin zanîn ku divê nûçeyên tundîyê bi awayekî ketûber neyên belavkirin. Heke bihên belavkirin jî pêwîst e kesên pispor vî karî bikin. 


Ji bo dersên kurdî temaşe bikin lînkê bitikînin

https://youtube.com/c/HingehaKurdi






Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, Ronîya Nasnameya Me Ye

Kürtçe “1 Mayıs” ve “Yaşasın 1 Mayıs!” Nasıl Yazılır?

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!