Kayıtlar

WhatsAppê ji bo IOSê tsybetîyeke nû li sepana xwe zêde kir

Resim
WhatsAppê taybetîyeke nû li sepana xwe zêde kir. Piştî ku bikarhêner wêne û vîdyoyan temaşe bike, peyam dê jiberxwe winda bibin. WhatsAppê taybetîyeke nû pêşkêşî bikarhêner xwe kir. Di dawîya hezîrana 2021ê da taybetîya ku ji bo Androidê hatibû çêkirin, di 9ê tîrmehê roja înê da ji bo bikarhênerên iOSê jî ew taybetî hat bikaranîn. Li gor vê taybetîya nû, êdî li gor tercîha bikarhêner, piştî ku ew carekê peyamên wêne û vîdyoyan bibîne, ew ê ji holê rabe. Ev sepan dê girtina dîmenderê asteng neke. Wate WhatsApp dê bihêle ku bikarhêner wêneyê dîmenderê bikişîne. Gava ku peyam bê şandin "Carekê Nîşan Bide" were hilbijartin, yê/ya ku peyam dişîne û yê/ya ku distîne, hemû peyam dê di WhatsAppa wan da bên jêbirin. Ev taybetîya ku bo Androidê hatîye çêkirin, bo koman jî derbasdar e. YYG Ji bo dersên kurdî lînkê bitikînin: https://youtube.com/c/H%C3%AEngehaKurd%C3%AE

Türkçe fiiller neden Kürtçeye geçemiyorlar?

Resim
Tarih boyunca toplumlar arasında sürekli bir etkileşim olmuştur. Bu etkileşim sonucunda kültür ve dil etkileşimi de olmuştur. Bir dilden başka bir dile kelimeler geçmiş ve aynı zamanda kültürler de birbirinden etkilenerek değişikliğe uğramışlardır. Bu yaşamın getirdiği doğal sonuçlarıdır. Ancak her bir dil için öyle bir sistem vardır ki kripto gibidir. Kolay kolay bozulmaz ve değişikliğe uğramaz. Bu sisteme Kürtçe hevoksazî , İngilizce syntax ve Türkçe sözdizimi denilmektedir. Bu sistem öyle karmaşık ve öyle güçlüdür ki dışarıdan mudahaleyle yıkılması veya bozulması nerdeyse imkansızdır. Hele hele bir dil aynı aileden değilse başka bir dil ailesine mensup olan bir dil başka bir dilin sistemini bozamaz. Çünkü her bir dilin binlerce yıllık maddi ve manevi geçmişi vardır. Bu değerleri ortadan kaldırmak için hilelere başvurmak ve saldırmakla asla sonuç vermeyecektir. Kısaca böyle bir giriş yaptıktan sonra konumuza geçebiliriz. Bir dilin en önemli öğesi ‘’fiil’’dir. Diğer kelime çeşitle

Ferhenga Duzimanî

Resim
Di nava kurdan da cara yekemîn ferhenga duzimanî ya ku hatîye amadekirin di sala 1683an da Nûbihara Biçûkan ya Ehmedê Xanî ye.  Ji bo dersên kurdî lînkê bitikînin: https://youtube.com/c/H%C3%AEngehaKurd%C3%AE

Em bibêjin "rast e" yan "rast e" (cînavkên kesandinê)

Resim
Ji bo em bikarin bersiva vê pirsê bidin, divê em mijara “cînavkên kesandinê” bizanin. Ji ber ku ev pirs  bi vê mijarê ve girêdayî ye. Heta ku mirov vê mijarê fêm neke, ne tenê ev pirs, çend pirsinên din jî dikarin werin hişê mirov. Mînak: Em bibêjin "Nîn e yan nîne?", em bibêjin "Baş e yan başe?", em bibêjin "Xweş e yan xweşe?". Min bi tevî mînakan der barê mijara cînavkên kesandinê da vîdyoyek çêkirîye. Ez ê lînka wê daînim jêrê, hûn dikarin temaşe bikin. Em niha hewl bidin bi tevî mînakan li ser mijara cînavkên kesandinê bisekinin. Cînavkên kesandinê Cînavkên me yên kesandinê tên dawîya cînavkên xwerû, navdêr û rengdêran, ji wan cuda tên nivîsîn û bi vî awayî hevokên navdêrî çêdikin. Mirov dikare wekî “am, is, ar” îngilîzî bifikire. Lê bikaranîna wan di kurdî da cuda ye. Ji bilî vê yekê, cînavkên kesandinê tên dawîya lêkeran jî. Lê bi lêkeran ve tên nivîsîn. Em ê niha yek bi yek mînakên wan nîşan bidin, pişt ra em bersiva pirsên em bibêjin "Nîn

Wateyên rengan û bandorên wan yên li ser jîyana mirovan

Resim
Di jîyana me ya rojane da der barê ahenga rengan ya  warê sêwirandina grafîkê, mode û dekorasyonê da hindik be jî agahîya me hemûyan heye. Mirov di nava demê da li gorî çavdêrî û tecrubeyên xwe dikare hin rengan li hev biîne. Lê der barê wateyên rengan û bandorên wan yên li ser me hene da em çi qasî agahdar in? Di gelek çandan da rengê spî tê çi wateyê? Yan jî sor û zer bandorên çawa li ser mirovan çêdikin? Şîrketên mezin yên xwarin, kinc û aborîyê  rengên çawa bi kar tînin? Meqamên fermî çima rengên reş û gewr tercîh dikin? Rengên kesk û qehweyî li ku û ji bo çi tên bikaranîn? Di vê nivîsa xwe da em ê bersivên van pirsan bidin. Ez bawer im  piştî ku hûn vê nivîsê bixwînin, hûnê di mijara bijartina rengan da hinekî din baldartir bibin. Ji ber ku  wate û bandorên rengan her kesî eleqedar dike.  Spî, Wate û Bandorên Wî  Rengê spî hemû rengan di nava xwe da dihewîne. Di gelek çandan da wekî hêmana paqijî, qencî û safîtîyê tê qebûlkirin. Mirov dikare esalet, aramî, berdewamî, xwînsarî û me

Konuşma Dili ve Yazı Dili (Zimanê Axaftinê û Zimanê Nivîsînê)

Resim
Konuşma dili ile yazı dili aynı değildir; çünkü her iki dilin de farklı kuralları ve işleyiş biçimleri vardır. Konuşma dilinde bir kelimenin bazı sesleri (harfleri) telaffuz edilmeyebilir. Örneğin, "diajom" yerine "dajom", "diêşe" yerine "dêşe", "li cem" yerine "cem" (were cem min rûnê) gibi. Konuşma dili, özgür bir ifade biçimidir. Kelimelerde ve cümlelerde yapılan telaffuz hataları genellikle fark edilmez. Örneğin, iki kişi konuşurken biri diğerinin telaffuz hatalarını kontrol etmez; buna gerek de yoktur. Ancak, konuşma dili özgür olduğu kadar başıboş bırakıldığında hızla değişebilir ve başka dillerin etkisinde kalarak yok olabilir. Bilindiği gibi, özgürlüğün de belirli kuralları vardır; bu kurallar ihlal edildiğinde olumsuz sonuçlar doğabilir. Konuşma dili de bu şekilde ele alınmalıdır. Yazı dili ise böyle değildir. Konuşma dili özgür bir ifade biçimine sahipken, yazı dili belirli bir disiplin altındadır. Yazı dili, gözle g

Di Kurdî da Gerguhêzî û Negerguhêzî

Resim
Di jîyana zimanê devkî da bi gelemperî pirsgirêka gerguhêzî û nehegerguhêzîyê dernakeve. Gava ku mirov diaxivin, baldar nabin ka ew lêkereke gerguhêz bi kar tînin yan lêkereke negerguhêz. Jixwe hewce nake mirov ji bo zimanê devkî her tim baldar bibe. Her kurdê/a ku di zaroktîya xwe da hînî kurdî bûbe, ew pir hêsan dikare bi zimanê devkî   hemû lêkeran bi kar biîne (çi gerguhêz çi negeguhêz). Lê gava ku mijar tê ser zimanê nivîskî rewş diguhere. Ji ber ku zimanê nivîskî mîna kamerayê ye ku her tiştî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Loma jî pêwîst e ku di zimanê nivîskî da haya mirov ji gerguhêzî û negerguhêzîyê hebe. Ji bo mirov bikare kurdîyeke rast û baş binivîse. Di vê nivîsa xwe da em ê li ser mijara gerguhêzî û negerguhêzîyê bisekinin. Heke em bi awayekî hêsan bibêjin, di hevokekê da heke lêkerek bireserê hilde ew lêker gerguhêz e, heke bireserê hilnede ew lêker negerguhêz e. Ji ber ku kurdî zimanekî nîv-ergatîv e, kişandina lêkeran li gorî deman diguhere. Di dema niha û dem