WhatsAppê ji bo IOSê tsybetîyeke nû li sepana xwe zêde kir
WhatsAppê taybetîyeke nû li sepana xwe zêde kir. Piştî ku bikarhêner wêne û vîdyoyan temaşe bike, peyam dê jiberxwe winda bibin.
WhatsAppê taybetîyeke nû pêşkêşî bikarhêner xwe kir. Di dawîya hezîrana 2021ê da taybetîya ku ji bo Androidê hatibû çêkirin, di 9ê tîrmehê roja înê da ji bo bikarhênerên iOSê jî ew taybetî hat bikaranîn. Li gor vê taybetîya nû, êdî li gor tercîha bikarhêner, piştî ku ew carekê peyamên wêne û vîdyoyan bibîne, ew ê ji holê rabe.
Ev sepan dê girtina dîmenderê asteng neke. Wate WhatsApp dê bihêle ku bikarhêner wêneyê dîmenderê bikişîne.
Gava ku peyam bê şandin "Carekê Nîşan Bide" were hilbijartin, yê/ya ku peyam dişîne û yê/ya ku distîne, hemû peyam dê di WhatsAppa wan da bên jêbirin. Ev taybetîya ku bo Androidê hatîye çêkirin, bo koman jî derbasdar e.
YYG
Ji bo dersên kurdî lînkê bitikînin:
https://youtube.com/c/H%C3%AEngehaKurd%C3%AE
Yorumlar
Yorum Gönder