Zilma Tarîyê Ya li Dijî Ronahîyê
Li asmanan qîrînên bijan,
Li erdê lingan bi şopên xemgîn dews vedikirin.
Ew erd, demekê rengo rengo bû,
Lê tarîyê birîneke kûr di dilan da vekir.
Ji çavan hêsir diherikîn û hizirê bêhêvîtîyê,
Her dilopek ku diket erdê, qîrînên bîranînan ên bêdeng diafirandin.
Demekê li vê axê ken hebûn,
Niha bêdengî serdest e, şîn dîlanê digerîne.
Jin, zarok winda ne, dil daxkirî ne,
Hêsir dibarîyan, tarîyê hêvî bi xwe ra bir.
Ev erdnîgarî berê welatê aştîyê bû,
Lê niha ew destaneke tijîbirîn e û bi rondikên çavan hatîye nivîsandin.
Ji bîr nekin ku hêvî her gav şîn dibe,
Tarî derbas dibe û ronahî ji nû ve çêdibe.
Em ê bi dilên yekgirtî vê dema dijwar derbas bikin,
Berpirsyarîya me ew e ku em pêşerojê bi yekîtî û hezkirinê geş bikin.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder