Alîyên Neyînî yên Olan: Dogmatîzm, Fanatîzm û Parçebûna Civakî
Ol hêmaneke girîng e ku ji bo gelek kesan tê wateya rêberî û hevgirtina civakî. Lê alîyên olan ên neyînî jî hene ku ji alîyê hin rexnegiran ve tên rexnekirin. Em dikarin li vir hin alîyên olan ên neyînî derpêş bikin.
Ol li ser hin bawerî û doktrînan hatine damezrandin. Di hin rewşan da wisa tê bawerkirin ku ev bawerî bi tu awayî nayên darizandin û nayên guhartin. Bawerîyên dogmatîk dikarin ramana rexneyî bitepisînin û bihêlin ku mirov rastîyên zanistê red bikin. Ev yek dikare bibe sedema belavbûna cehaletê di civakê da û rê li ber pêşketina zanistî bigire.
Dibe ku hin kes ji bo bawerîyên xwe pir fanatîk û radîkal bibin. Lê fanatîzm dikare bibe sedema nerazîbûn û tundîya civakî, herweha kiryarên terorîstî. Gava ku mirov bala xwe dide şerên ku di dîrokê da bi navê olan hatine kirin, mirov pir rehet dikare mînakên xirab ên herî rûxîner bibîne.
Aîdbûna ol û mezhebên cuda dibe ku di hin civakan da bibe sedema cihêkarî û dubendîyê. Cudahîya di navbera olan da dikare civakan bera hev bide û bêtehamulîyê di navbera wan da zêde bike. Ev yek jî dikare hevgirtina civakî tehdîd bike.
Hin hînkirinên olî ramana zanistî û aqilane red dikin an jî sînordar dikin. Ev yek dikare bibe sedem ku mirov rastîyan bê pirs qebûl bike, herweha dikare fikirên mirov ên rewşenbîrî asteng bike.
Hin ol der barê newekhevîya zayendî û bindestîya jinan da xwedîyê hin bawerîyan in. Li gorî wan, mafên jinan ji yên mêran kêmtir in. An jî mêr ji jinê serdesttir e. Bawerîyên bi vî rengî, dibe ku bihêlin jin di perwerde, kar û jîyana civakî da nebin xwedîyê mafên wekhev.
Dibe ku hin ol bêtoleransîyê nîşan bidin û mirovên ji bawerîyên cuda red bikin. Ev yek jî di nav civakê da dibe sedema dubendî û parçebûnê.
Hin sazîyên olî dikarin bi gendelîya darayî û exlaqî werin tawanbarkirin. Îstîsmarkirina olê ji bo berjewendîyên madî dikare bawerîya mirovan têk bibe û gumanan bi mirov ra çêke ku mirov bikeve şikê bi rastî jî ol sextekarîyê dikin.
Gelek caran civakên olî zextên psîkolojîk li endamên xwe dikin û wan neçar dikin ku bawerîyên xwe yên olî bê pirs bi wan didin qebûlkirin an jî bi zorê li ser wan ferz dikin. Hema bibêje hemû terîqet bi vî awayî dixebitin. Ev yek jî dikare vîna azad a kesan bisînor bike û zirarê bide azadîya wijdanê. Gava ku wijdan û aqil nemîne, encam jî pir xirab dibe.
Hin ol xwedîyê bawerîyên ku bi rastîyên zanistî ra nakok in, wek çîrokên afirandinê yan jî teorîya pêşkeftinê. Li gorî wan her tişt qeder e, tiştekî bi navê pêşketinê tune ye û divê mirov ji halê xwe yê nezan razî bibe. Nakokiyên bi vî rengî dibe sedem ku mirov rastîyên zanistî red bikin û ji perwerdehîyê paşve bikevin.
Wekî encam, mirov dikare alîyên neyînî yên olan wiha rêz bike: Dogmatîzm, fanatîzm, cihêkarî, bêtehamulîya ramana zanistî, newekhevîya zayendî û gendelî. Lê belê piranîya kesên oldar van alîyên ol ên neyînî qebûl nakin. Ew olê wekî rêbereke jîyanê, amûreke hevgirtina civakî ya biqîmet dibînin. Her çi qas ew rastîyê qebûl nekin jî, em bixwazin nexwazin ev alîyên olê yên neyînî hene. Lê ya girîng ew e ku mirov alîyên wê yên erênî derxin holê û alîyên neyînî bi rexneyan rast bikin.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder