Axaftina Bi Kurdî Ne Helwesteke Siyasî ye?
Axaftin, xwendin û nivîsîna bi kurdî ne helwesteke siyasî ye lê pêwîstîyeke mirovî ye. Lê belê dewleta tirk a dagirker vê rewşa asayî wek tevgereke terorîstî û karekî siyasî dide nîşandan. Ew hewl dide ku bi zextan vê yekê bi gel bide qebûlkirin.
Ji kerema xwe dema ku hûn bi kurdî diaxivin, bê tirs û pir rehet biaxivin. Ji ber ku ev ne karekî siyasî ye. Ji bo vê yekê ne mafê kesî ye ku hesab bipirse, ne jî hedê kesî ye ku mirov darizîne. Loma jî divê em li her derê bi awayekî azad kurdî biaxivin.
Dema ku em bi kurdî diaxivin, xwendin û nivîsîna kurdî hîn dikin, em sîyasetê nakin. Çawa ku miletên cîhanê bi zimanê xwe yê zikmakî diaxivin, dixwînin û dinivîsin, em jî wisa dikin. Sîyasetmedar sîyasetê dikin, ne gel.
Sîyaset li welatekî azad û di çarçoveya hin qayîdeyan da tê kirin. Ji bo vê yekê, hewce ye ku mirov dibistana wê bixwîne. Dema ku em bi zimanê xwe diaxivin, em sîyasetê nakin, miletekî din tehdîd nakin û heqaretê li tu kesî nakin.
Em jî wek kurd dixwazin wek hemû miletên cîhanê, ne zêde ne jî kêmtir bibin xwedîyê heman mafan. Lê wek ku tê dîtin, dewleta tirk a faşîst destûr nade ku dibistaneke seretayî ya bi zimanê me yê zikmakî jî bê vekirin.
Dema ku em li dijî vê yekê derdikevin û mafên xwe dixwazin, ew me wek terorîst îlan dikin. Heke mafê mirovan ê perwerdeya bi zimanê zikmakî kiryareke terorîstî ye, wê demê hemû neteweyên cîhanê terorîst in?
Bawer Agirî
A1 ve A2 seviyeleri için aşağıdaki linki tıklayarak videoları izleyebilirsiniz:
https://youtube.com/playlist?list=PL4OspeCf1dDOgV5ZG2B6KqPSX1zHYIJBZ
Ji bo mijarên asta duyemîn lînkê bitikînin û temaşe bikin:
https://youtube.com/playlist?list=PL4OspeCf1dDNrEMFNCwM7kcy6APUHKKoK
Ji bo pirs û bersivên rêzimana kurmancî temaşe bikin, lînka li jêr bitikînin:
https://youtube.com/playlist?list=PL4OspeCf1dDPLKVH-uDE4URDhrg7kRk8C
Yorumlar
Yorum Gönder