Min çima dest ji nivîsîna helbestê berda?
Mirov rihekî bedew ê bi her kesî ra diaxive di piranîya helbestên kurdî da nabîne. Bala nivîskaran zêdetir li ser cureyê helbestê yê evînî ye. Fikirê xurtkirina rihê netewî di helbestnûsan da zeîf e. Kêm kes bi zanebûn bala civakê dikişînin ser kêşeyên bindestîyê. Her şexsek bûyerên jîyana xwe li helbestê tîne û pêşkêş dike. Ev yek jî dihêle ku pirsgirêkên bindestî û civakî wekî yên şexsan in xuya bikin. Min du-sê sal berê ev yek ferq kir. Gava ku min ev ferq kir, min biryar da ku ez helbestan nenivîsim. Ji ber ku piranîya helbestên min jî şexsî bûn (heke ji wan ra helbest bê gotin). Min ev pirs ji xwe kirin, heke ez nikarim pirsgirêkên civaka xwe li helbestê bînim, ev gotinên tewşo mewşo yên li ser zayendê ez dinivîsim çi ne? Ez çima nikarim li ser gerîlayekî, li ser pêşmergeyekî, li ser dayîkên şemîyê, li ser feqîrî û belengazîya miletê xwe, li ser paşdamayîna me, li ser bêtifaqî û xemsarîya partîyan, li ser rihê azad, li ser rihê ku behsa her kesî dike, binivisîm? Gelo helbest tenê