Min çima dest ji nivîsîna helbestê berda?
Mirov rihekî bedew ê bi her kesî ra diaxive di piranîya helbestên kurdî da nabîne. Bala nivîskaran zêdetir li ser cureyê helbestê yê evînî ye. Fikirê xurtkirina rihê netewî di helbestnûsan da zeîf e. Kêm kes bi zanebûn bala civakê dikişînin ser kêşeyên bindestîyê. Her şexsek bûyerên jîyana xwe li helbestê tîne û pêşkêş dike. Ev yek jî dihêle ku pirsgirêkên bindestî û civakî wekî yên şexsan in xuya bikin. Min du-sê sal berê ev yek ferq kir. Gava ku min ev ferq kir, min biryar da ku ez helbestan nenivîsim. Ji ber ku piranîya helbestên min jî şexsî bûn (heke ji wan ra helbest bê gotin).
Min ev pirs ji xwe kirin, heke ez nikarim pirsgirêkên civaka xwe li helbestê bînim, ev gotinên tewşo mewşo yên li ser zayendê ez dinivîsim çi ne? Ez çima nikarim li ser gerîlayekî, li ser pêşmergeyekî, li ser dayîkên şemîyê, li ser feqîrî û belengazîya miletê xwe, li ser paşdamayîna me, li ser bêtifaqî û xemsarîya partîyan, li ser rihê azad, li ser rihê ku behsa her kesî dike, binivisîm?
Gelo helbest tenê pesndana jineke çavreş û çavbelek e, yan divê bibe amûra propagandaya azadîyê ku yên ketine xewa mirinê hişyar bike? Em mecbûr in helbestkarîyê li ser laşê jinê pêş da bibin û mêjîyê xwe di sînorê bejin û bala yekî da heps bikin?
Di encama van pirsan da ez gihîştim biryarekê. Min herî dawîyê di hevpeyvîneke xwe ya bi Rojnameya Ewro da jî dîyar kir, heke ez nekarim pirsgirêkên bindestîyê û yên civaka xwe bi rêya helbestê bînim ziman, ez helbestan nanivîsim û piştî demekê min dev ji nivîsîna helbestan berda.
Her çi qas min dest ji nivîsîna helbestê berdabe jî, lê belê ev nayê wê wateyê ku ez bi temamî li dijî helbestê me. Na. Ez bi tenê li dijî vê yekê me ku piranîya helbestên helbestkarekî evînî bin. Divê mirov bizane ku em miletekî bindest in. Heke mirov nekare rewşa bindestîya xwe bi rêya helbestê bîne ziman, divê mirov dest jê berde yan jî rêjeyeke din ji xwe ra hilbijêre ku feydeya wê ji kurd û Kurdistanê ra çêbe.
Bo nimûne, min ji helbestê bibandortir karê hînkirina kurdî hilbijart. Her çi qas heta ku ez bigihêjim asta hînkarîyê min gelek zehmetî kişandibin jî, lê belê encama ku min bi dest xist, ji bo min serfirazîyeke pir mezin e. Her roj nêzîkî 250-300, mehê 7000-10.000 kes dikevin kanala Hîngeha Kurdî û vîdyoyên min yên dersên kurdî temaşe dikin. Bi vî awayî hindik be jî ez berpirsîyarîya xwe ya netewî tînim cih. Lê heke min helbestên evînî binivîsana, wê demê feydeya min ji tu kesî ra çênedibû heta zirara min ê çêbûya. Ji ber ku helbestên evînî, bi taybetî jî yên arabeskê zirareke mezin didin gîyan û derûnîya mirov.
Yorumlar
Yorum Gönder