Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

 

Wate û Bikaranîna Peyva ‘’Toch’’ê

Di Holandî da hin peyv hene ku di nav hevokan da wateyên wan tên guhartin. Yek ji wan jî peyva ‘’toch’’ê ye. Ev peyv, di nav hevokê da li gorî bikaranînê wateyên cuda dide. Em ê niha hewl bidin ku çend wateyên wê yên cuda di nav hevokan da nîşan bidin. Lê berî vê, divê em bibêjin ku di Kurdî da jî hin peyv hene ku di gelek wateyan da tên bikaranîn. Bo nimûne: Rast.

Rast (Ew mirovekî rast e û qet derewan nake. Yanî ew rastgo ye û derewan nake.), rast (Tu rast biçe, tu yê dikanê bibînî.), rast (Ew pirsan rast dibersivîne. Yanî ew dizane û çewt bersivê nade.). Ji ber ku mijara me ne ev peyv e, em ê zêde qala wê nekin. Em niha dest bi mînakên wê peyvê bikin ku bûye mijara nivîsa me.

1.      Dîsa jî, rixmê vê yekê
o    Ew ji bo balkişandina dijberîyekê yan rewşeke nedîyar tê bikaranîn.
o    Mînak: Het regende, maar we gingen toch wandelen. (Baran dibarî, lê em dîsa jî çûn meşê.)
2.      Ne wisa
o    Dema ku mirov li benda pejirandinê yan piştgirîyê be tê bikaranîn.
o    Mînak: Dit is een mooi schilderij, toch? (Ev tabloyeke bedew e, ne wisa?)
3.      Lê, dîsa
o    Tiştekî ku bi awayekî nexwestî rû bide, ji bo nîşandana wê tê bikaranîn.
o    Mînak: Ze zei dat ze niet zou komen, maar ze kwam toch. (Wî got ku ez nayêm, lê/dîsa ew hat.)
4.      Di dawîyê da, di encamê da
o    Tiştek di dawîya xwe da çawa bû yan bûyer çawa bi dawî bû, ji bo nîşandana wê tê bikaranîn.
o    Mînak: Na lang twijfelen besloot hij toch te gaan. (Piştî gelek gumanan, di dawîyê da wî biryar da ku biçe.)
5.      Di her rewşê da, çi dibe bila bibe
o    Ew di wateya her rewşê û her mercê da tê bikaranîn.
o    Mînak: Ik ga toch naar het feest, zelfs als het regent. (Ez ê di her rewşê da biçim şahîyê, heke baran bibare jî.)
6.      Bi rastî?
o    Ew di rewşên şaşwazî yan nebawerîyê da tê bikaranîn.
o    Mînak: Heb je dat echt gedaan? Toch? (Bi rastî te kir?)
7.      Jixwe
o    Dema ku rewşek tê hêvîkirin yan mentiqî tê pejirandin, ew tê bikaranîn.
o    Mînak: Je wist toch dat het zou regenen, waarom heb je geen paraplu meegenomen? (Jixwe te dizanîbû ku baran ê bibare, çima te sîwan bi xwe ra neanî?)

Her wekî di mînakan da jî xuya dike, peyva ‘’toch’’ê di nav hevokan da li gorî bikaranînê wateyên cuda dide. Heke em pirsa çend wateyên wê hene bikin, em dikarin wiha rêz bikin:

Toch:

1.      Dîsa jî, rixmê vê yekê
2.      Ne wisa
3.      Lê, dîsa
4.      Di dawîyê da, di encamê da
5.      Di her rewşê da, çi dibe bila bibe
6.      Bi rastî?
7.      Jixwe

Bawer Agirî



 

 

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi