Kayıtlar

Haziran, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Konuşma Dili ve Yazı Dili (Zimanê Axaftinê û Zimanê Nivîsînê)

Resim
Konuşma dili ile yazı dili aynı değildir; çünkü her iki dilin de farklı kuralları ve işleyiş biçimleri vardır. Konuşma dilinde bir kelimenin bazı sesleri (harfleri) telaffuz edilmeyebilir. Örneğin, "diajom" yerine "dajom", "diêşe" yerine "dêşe", "li cem" yerine "cem" (were cem min rûnê) gibi. Konuşma dili, özgür bir ifade biçimidir. Kelimelerde ve cümlelerde yapılan telaffuz hataları genellikle fark edilmez. Örneğin, iki kişi konuşurken biri diğerinin telaffuz hatalarını kontrol etmez; buna gerek de yoktur. Ancak, konuşma dili özgür olduğu kadar başıboş bırakıldığında hızla değişebilir ve başka dillerin etkisinde kalarak yok olabilir. Bilindiği gibi, özgürlüğün de belirli kuralları vardır; bu kurallar ihlal edildiğinde olumsuz sonuçlar doğabilir. Konuşma dili de bu şekilde ele alınmalıdır. Yazı dili ise böyle değildir. Konuşma dili özgür bir ifade biçimine sahipken, yazı dili belirli bir disiplin altındadır. Yazı dili, gözle g...

Di Kurdî da Gerguhêzî û Negerguhêzî

Resim
Di jîyana zimanê devkî da bi gelemperî pirsgirêka gerguhêzî û nehegerguhêzîyê dernakeve. Gava ku mirov diaxivin, baldar nabin ka ew lêkereke gerguhêz bi kar tînin yan lêkereke negerguhêz. Jixwe hewce nake mirov ji bo zimanê devkî her tim baldar bibe. Her kurdê/a ku di zaroktîya xwe da hînî kurdî bûbe, ew pir hêsan dikare bi zimanê devkî   hemû lêkeran bi kar biîne (çi gerguhêz çi negeguhêz). Lê gava ku mijar tê ser zimanê nivîskî rewş diguhere. Ji ber ku zimanê nivîskî mîna kamerayê ye ku her tiştî bi awayekî zelal radixe ber çavan. Loma jî pêwîst e ku di zimanê nivîskî da haya mirov ji gerguhêzî û negerguhêzîyê hebe. Ji bo mirov bikare kurdîyeke rast û baş binivîse. Di vê nivîsa xwe da em ê li ser mijara gerguhêzî û negerguhêzîyê bisekinin. Heke em bi awayekî hêsan bibêjin, di hevokekê da heke lêkerek bireserê hilde ew lêker gerguhêz e, heke bireserê hilnede ew lêker negerguhêz e. Ji ber ku kurdî zimanekî nîv-ergatîv e, kişandina lêkeran li gorî deman diguhere. Di dema niha û...

Alî Şerîetî (gotin 1)

Resim
"Heke dîn berî mirinê bi kêr neyê, piştî mirinê ew ê qet bi kêrî tiştekî neyê." Ji bo dersên kurdî lînkê bitikîne û bibe aboneyê kanalê: https://youtube.com/c/H%C3%AEngehaKurd%C3%AE

Ez ê telefonî te bikim rast e yan ez ê li te bigerim?

Resim
Lêker: gerîn (li derve gerîn, li yekî gerîn, li tiştekî gerîn, li tiştekî windabûyî gerîn)    Lêker: telefon kirin (telefonî yekî kirin)    Gava ku mirov telefonî yekî dike, mirov lêkera "telefon kirin"ê bi kar tîne. Lê gava ku em li derve bigerin, li kes yan jî tiştekî bigerin, yan jî li tiştekî windabûyî bigerin, em lêkera "gerîn"ê bi kar tînin. Gelek kes di şûna lêkera "telefon kirin"ê da lêkera "gerîn"ê bi kar tînin. Ev yek ji ber bandora lêkera "aramak"ê ya tirkî ye. Di zimanê devkî da heta ketîye zimanê nivîskî jî wiha tê gotin, "Ez ê li te bigerim." Ev awa ji ber ku ji tirkî derbasî kurdî bûye, ne rast e.  Şûna ku em lêkera "gerîn"ê ku tê wateya li derve gerîn, li tiştekî gerîn yan jî li yekî gerîn bi kar bînin, em lêkera "telefon kirin"ê bi kar bînin dê baştir bibe.  Mînak:  Ez ê di saet pêncan da telefonî te bikim.  Dilşa telefonî Rêşadî dike, lê ez bawer im dengê telefonê naçe wî.  Robîn duh t...

Girîngîya folklorê

Resim
Divê di mala her kurdekî da berhemên folklora kurdî hebin. Ew kurdê ku haya wî ji berhemên folklorê nîn be, divê derhal bikeve nava liv û devgerê. Di malekê da Mem û Zîna Ehmedê Xanî; dîwanên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Cegerxwîn; helbestên Arjen Arî, Şêrko Bêkes, Ehmed Huseynî, Berken Bereh, Rênas Jîyan; romanên Erebê Şemo, Hesenê Metê, Mehmed Uzun û Helîm Yûsiv; pirtûkên Hecîyê Cindî û hwd di mala kurdekî da nîn bin, ew mal bêbereket e û xirabe ye. Ev navên ku min gotin, bi tenê beşeke biç ûk a folkora kurdî ye. Mirov dikare gelek nimûneyên din ên hêmanên folklora kurdî bide. Lê ji bo nimûne ev bes in. Piştî vê destpêkê, îcar em werin ser pênaseya folklorê. Folklor çi ye? Heke em bi zimanekî sade bibêjin, ''folklor'' nasîna gel e ango gelnasî ye. Mîr Celadet wiha dibêje: ''Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin.'' Gelo Mîr Celadet dixwaze bi vê gotinê çi bibêje? Mirov dikare berisiva vê yekê wiha bide: Heke mirov hêmanên folklora xwe nas ...

Dema borîya berdest

Resim
Di nava demên borî da demeke balkêş jî "dema borîya berdest" e. Her wekî ji navê xwe jî dîyar e, dem di ser ra borîye, lê berdest e. Bi rastî jî ev nav pir xweş li vê demê hatîye. Gava ku karek li ser hev di dema borî da pêk hatibe, ev dem tê bikaranîn. Baş e, di dema borî da kar çawa li ser hev pêk tên û bandora wan karan çawa li ser dema niha çêdibe? Em biferzînin em karmend in. Em pênc salan li Mêrdînê xebitîn. Pişt ra em çûn bajarekî din. Em niha qala serpêhatîya xwe dikin. Em ji hevalê xwe ra wiha dibêjin, "Gava ku ez li Mêrdînê dixebitîm , ez her sibe peya diçûm karî. Ji ber ku cihê karê min nêzîk bû. Em her dawîya hefteyê bi malbatî diçûn cihên dîrokî. Gava ku em di sûkên Mêrdînê yên dîrokî ra derbas dibûn , ji amûrên destkarîyê bigire heta çêkirina avahîyan, ji dêr û mizgeftên wê bigire heta nexşên li ser amûran pir bala mirov dikişandin ." Di hevokên li jor da yên kun lêkerên wan reşkirî ne " dixebitîm , diçûm , diçûn , derbas dibûn , dikişandin ...