Dema borîya berdest
Di nava demên borî da demeke balkêş jî "dema borîya berdest" e.
Her wekî ji navê xwe jî dîyar e, dem di ser ra borîye, lê berdest e. Bi rastî jî ev nav pir xweş li vê demê hatîye.
Gava ku karek li ser hev di dema borî da pêk hatibe, ev dem tê bikaranîn.
Baş e, di dema borî da kar çawa li ser hev pêk tên û bandora wan karan çawa li ser dema niha çêdibe?
Em biferzînin em karmend in. Em pênc salan li Mêrdînê xebitîn. Pişt ra em çûn bajarekî din. Em niha qala serpêhatîya xwe dikin. Em ji hevalê xwe ra wiha dibêjin,
"Gava ku ez li Mêrdînê dixebitîm, ez her sibe peya diçûm karî. Ji ber ku cihê karê min nêzîk bû. Em her dawîya hefteyê bi malbatî diçûn cihên dîrokî. Gava ku em di sûkên Mêrdînê yên dîrokî ra derbas dibûn, ji amûrên destkarîyê bigire heta çêkirina avahîyan, ji dêr û mizgeftên wê bigire heta nexşên li ser amûran pir bala mirov dikişandin."
Di hevokên li jor da yên kun lêkerên wan reşkirî ne "dixebitîm, diçûm, diçûn, derbas dibûn, dikişandin" di forma dema borîya berdest da hatine bikaranîn. Di van hevokan da mirov fêm dike ku yê ku li Mêrdînê xebitîye, gelek caran kar li ser hev pêk anîne. Di dema niha da jî qala wan karan dike. A ji ber vê yekê ji vê dema borî ra "dema borîya berdest" hatîye gotin.
Ji bo mijar hê baştir were fêmkirin, em dikarin çend mînakên din jî bidin.
Mînak:
Par me dersên xwe li ser Zoomê çêdikirin.
Gava ku Ronas biçûk bû, pir ji çîkolatayê hez dikir. Niha jî hez dike, lê hindik dixwe.
Me li gund bi dorê dan dikuta. Me dan bi hutik dikuta. Li hin herêman din ji hutik ra "mîrkut" jî tê gotin.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder