Kayıtlar

Trol çi ye û ji kê ra tê gotin?

Resim
  TROL ÇI YE Û JI KÊ RA TÊ GOTIN? Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, pêwîst e ku em hin wateyên ‘’trol’’ê bidin. Trol, li gel wateya xwe ya mecazî, çend wateyên wê yên ferhengî û efsanewî jî hene. Trol  m   1.  nîk 2 .  rd  qambihost 3.   nd/nt     mizawir, xinzir, qurnaz 4.   nd  yê/ya ku bideng bi çend awayan diqîre, stranan dibêje 5.   n  êmê nîkê ( pê masîyan digirin ) Trol  wekî navdêr ( hem ji bo nêr hem ji bo mê/nêtar ):  trol  Ew trol e, hûn trol in. Trol  wekî rengdêr:  troltî  Ew karê troltîyê dikin. Trol  wekî lêkera gerguhêz:  trol kirin   Wan nûçe trol kir. Trol  wekî lêkera negerguhêz:   trol bûn  Nivîsa me ya îro trol bû. Her wiha peyva ‘’trol’’ di folklora Îskandînavyayê da jî heye û tê wateya dêwek e di şikeftan da dijî, dişibe mirovan, lê ne mirov e, wekî mistîk-nehênîdar e, zêdetir dişibe cinawiran, pir ecayîb e û erjeng e. Hinek wateyên wê yên din jî hene, lê niha ev qas wate besî me ne. Ez vê jî bibêjim ku di roja me ya îro da mirov nikare    peyva ‘’trol’’ bi aw

Berxê min / Berxa min, Berxikê min / Berxika min

Resim
Peyva “berx” gava ku bi serê xwe be, navdêr e û nêtar e. Zayend û mêjera wê di nav hevokê da dîyar dibe. Berî ku em mînakên xwe bidin, divê em hinekî qala girîngîya wê bikin.  Kurd ji berxan pir hez dikin. Ew qas hez dikin ku zarokên xwe dişibînin wan. Mirov vê yekê di jîyana rojane da dibîne. Di folklora kurdan da cihê vê peyvê berfireh e. Bo nimûne, di nav stran û çîrokan da pir hatîye bikaranîn. Wekî mînak, hûn dikarin bi vê lînkê straneke ku avêtine ser berxê guhdarî bikin: https://youtu.be/iHVUvsn-XDA Ji bilî vê, mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Hin hunermendên kurd her çi qas bi awayekî neyînî be jî ev peyv kirîye stran. Her wekî: Gur ketîye Gelîyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e. Yan jî li ser qehremanîyê bi awayekî erênî jî straye. Mînak: Çîyayên me bilind in, lo berxo berxê min. Me got ku peyva “berx” navdêr e û nêtar e. Hin caran ev pev biçûktir dibe. Ev jî ji bo delalîkirinê tê bikaranîn. Mînak: berxik . Ev jî wekî “berx” navdêr e û nêtar e. Mêjer û zayenda wê jî di n

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Resim
Mamosteyên hêja ;   Hûn dixwazin bi dilxwazî vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya kurdi-tirkî , bi pêşkêşîya kurdî-erebî , bi pêşkêşîya kurd-farisî , bi pêşkêşîya kurdî-îngilîzî , bi pêşkêşîya kurdî-almanî yan jî bi pêşkêşîya kurdî-rûsî çêkin û di kanala Hîngeha Kurdî da biweşînin ? Heke bersiva we erê be, kerem bikin mercên çêkirina vîdyoyên dersên kurdî bi pêşkêşîya zimanên bîyanî bixwînin .   Berî ku em behsa mercên çêkirina vîdyoyan bikin , divê em pêşî hinekî qala kanala Hîngeha Kurdî bikin da ku hûn bizanin hûn ê vîdyoyên xwe di kanaleke çawa da biweşînin . Bê guman kesên ku Hîngeha Kurdî nas dikin hene , lê belê dibe ku hin mamoste dê nû navê kanalê bibihîzin .   Kanala Hîngeha kurdî kengê vebû ?   Kanala Hîngeha kurdî di meha nîsana sala 2020î da ji alîyê Bawer Agirî ve hat vekirin .   Heta niha çend vîdyo li kanala Hîngeha Kurdî hatine barkirin û çend lîste tê da hene ?   Di kanala