Tîrêjeke Ronahîyê, Çirûskeke Hêvîyê

Di quncikên bisî da raz veşartî ne,

Rastîyeke razber, axîneke bikeser.

Bi ximav û pênûsê serpêhatîya xwe dihûnim,

Di hestan da mîna dewseke kûr a veşartî.


Saeta ku pêşda diçe, risteyeke bêwext e,

Di dema qerisî da bîranîn tên jîyandin.

Her rêzek gerdûneke berfireh dihewîne,

Awirek jî raza jîyanê.


Tîrêjeke ronahîyê, çirûskeke hêvîyê,

Bi van her duyan tenêtîya gîyanê min li ber xwe dide.

Ez bi qewlikan bi demê ra şer dikim,

Padîşahîya hemû zordestan bi peyvikan dikujim.


Bawer Agirî 



Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

Têkoşîn û Berxwedan

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Anadilini Öğrenenlere Eleştirel Yaklaşım: Kürtçe Öğrenme Çabalarına Hoşgörü ve Motivasyonla Destek Olalım