Li Ser Şopa Çîrokeke Biaram
Şeveke tarî, dilekî tijî xem,
Ew li gîyanê min ê winda digere, ne aqilmend û ne hewcedar e.
Qelareşk li ser çiqila darê radiweste, diqîre,
“Dilê min wekî dengbêjên hesretkêş e.”
Xeyaletê min di nav sîyan da digere,
Bêdengîyeke razdar xemgînîya min dorpêç dike.
Çavên min ewr in, ez tijî baran im,
Ketim nav lepên birûskê, tarîyê ez pêçabûm.
Mîna ku herikîna demê rawestibe, canê min winda bûye,
Di nava bêdengîyê da, dil bi hizirînê tijî bûye.
Gîyanek li aramîya herheyî û li derîyê vekirî yê herheyî digere,
Bêhna sar a qerisî ruhê min dipêçe, ez nacemidim, lê dihelim.
Di bêdengîya şevê da, gotinên tal diherikin,
Bişirînek ji nişka ve jîyanekê tîne, xemgînîyê di çavên min da vedimirîne.
Çîrokek tê gotin, di straneke coşdar da, ez aramîyê dibînim,
Ez kûr di gîyanê xwe da di şopa wê da dimeşim.
Bawer Agirî
Yorumlar
Yorum Gönder