Vîna Xwe Hişyar Bikin

Xemgînî li ser rûyên gîyanên winda ye,

Hêsir kom bûne li ser dilên perîşan. 

Li ser şopa xeyalên bimij ên bêdeng,

Perdeyeke reş li ser hêvîyan hatîye pêçandin.


Demekê bihêz bûn, demekê bicoş bûn,

Mîna çivîkên azad li asîman difirîyan.

Lê di bin nîrê keştîyên dagirker ên demê da,

Mîna şêrên westîyayî yên ber bi bêdawîtîyê ve çilmisîn.


Li ser rûyê wan şîneke xemgîn veşartî ye,

Di şevên bêxew da jîyana xwe ji dest dane.

Çîrokên paşerojê di bîra wan da deng vedidin,

Ji îradeya xwe bêpar hatine hiştin, derîyên vîna wan girtî ne.


Lê hûn ne bêçare ne, ez ji dil ji we ra bibêjim,

Hûn dikarin pêlên bindestîyê têk bibin.

Rabin, hêza ku di dengê we da deng vedide û zinaran tîne xwarê kifş bikin,

Meşa xwe ya serkeftinê dest pê bikin û li jîyanê vegerin.


Li pişt tarîyê ronahîyeke veşartî heye,

Tenê hewl bidin ku wê di dilê xwe da bibînin.

Ji bo kesên ku îradeya wan ji destê wan hatîye standin,

Rojek ê bê têkoşîna we yê bi xwe ra rojên azad û serkeftinê bîne.


Bawer Agirî




Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

AGAHDAR'Î, AGAHDARÎ, AGHADARÎ!

Di Holandî da Peyva Toch'ê Tê Çend Wateyan?

Kürtçe Öğrenmeye Adım Adım Başlangıç Rehberi