Kayıtlar

Ağustos, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame

Resim
Dema tu taştêya xwe amade dikî, ji xeynî xwe birame Êmê kevokan ji bîr meke Gava tu dikevî cengên  xwe  Bi yên din jî birame Yên aştîyê dixwazin ji bîr meke Dema tu fatoreya avê didî Bi yên din jî birame  Kesên ewran dimijin Dema tu vedigerî malê, mala xwe, bi yên din jî birame Gelên konan ji bîr meke  Gava tu radizê yan jî gerstêrkan dijmêrî Bi yên din jî birame  Hin hene cihê razanê peyda nekirin Dema tu xwe ji wateyan rizgar dikî, bi yên din jî birame Kesên mafên xwe yên axaftinê winda kirin Dema tu bi yên dûr difikirî, li ser xwe jî birame bibêje: Xwezî ez di tarîyê da mûmek bûma Mehmûd Derwîş Werger: Evîn Hesen

Çend ji faktorên sereke yên zêdebûna stresê, li cem Kurdan:

Resim
 - Mobînga mayînde ya bêstatûbûna Kurdan li seranserê cîhanê - Trawma û depresyonên ji ber şer û jiyana awarte - Xizanî, deyndarî û tirsa exîstensê - Nakokiyên mayînde yên mêr-jinan (zewac, destgirtî) - Bicihnehatina dadê (edaletê) - Rewşa dijwar a li kar (ji aliyê performansê ve) - Kêmasiya behremendiyan û hobiyan - Mobîng li kargeh, dibistan û ya di medyayê de - Zêdebûna berpirsiyariyan (li cem Kurdan bêhtir e) - Xebata bi wardiye, karê şevê û karên awarte (kolberî) - Hîsa kontrol û bindestiyê, kamerayên kolanan, kontrola riyan - Îzolasyona civakî (zîndanîbûna xizman, penaberî) - Zimanê şîdetê yê siyasetmedar û rayedaran - Agresyona mamosteyan li hemberî xwendekarên Kurd  - Mehçûbiyeta li hember temendirêjan ku jiyana nûjen derfet nade mirov gorî urf û edetên xwe tev bigere - Mehçûbiyeta li hemberî zarok û neviyan ku derfet nîn e mirov wan baş xwedî û perwerde bike - Tirsa aktûal a bo îhtîmala birçîbûn, bombebaran û destdirêjiyê ji aliyê hêzên çekdar ve - Li gelek deveran berevajîyê

Rastbikaranîna lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin"

Resim
Di zimanê nivîskî da gelek caran mirov dibîne ku lêkerên "tev lê bûn, tev li hev bûn, tev li hev kirin" di nava hevokan da çewt tên bikaranîn. Em ê qasekî din li jêrê mînakên wan bidin. Lê divê em bibêjin ku formeke din ya van lêkeran heye ku ew jî bi vî awayî ye: tev bûn, tev hev bûn, tev hev kirin... Heke em van bidin ber hev dê wiha bin: tev bûn / tev lê bûn tev hev bûn / tev li hev bûn tev hev kirin / tev li hev kirin Lêkera "beşdar bûn" jî wekî hevwateya "tev bûn, tev lê bûn"ê ye, em ê ji bo vê jî çend mînakan bidin.  Ev nivîs bi kurtahî hatîye nivîsîn. Hûn dikarin vê mijarê di lînka li jêr da berfirehtir temaşe bikin: https://youtu.be/5phVzHKM3M4