Kayıtlar

Şubat, 2026 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî - 2026

Resim
21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî, bi biryara UNESCOyê (Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî) hatîye dîyarkirin. Lê çîroka vê rojê ji berxwedana gelê Bangladeşê tê.  Werin em kurtasî lê binêrin: Çîroka vê rojê ji sala 1952an ve li Bangladeşê (wê demê Pakistan desthilatdar bû), xwendekarên zanîngehê ji bo ku zimanê wan ê Bengalî bibe zimanê fermî, daketin kolanan. Çi bû? Polîsan gule berdan xwendekaran û çend ciwan hatin kuştin. Kengî bû? Ev bûyer di 2ê Sibata 1952an da qewimî. Encam: Ji bo bîranîna van şehîdên ziman, UNESCOyê di sala 1999an da ev roj wek roja zimanê zikmakî qebûl kir û ji sala 2000î û vir ve li tevahîya cîhanê tê pîrozkirin. Herwekî tê zanin îro Bangladeş dewletek e û zimanê wê fermî ye. Lê mixabin ne dewleteke me heye û ne jî zimanê me fermî ye. Helbet sedemên vê yekê pir in û kêm zêde tên zanîn. Ev sed sal e ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê hewl dide ku dewletekê ava bike û zimanê xwe biparêze. Lê mixabin di serî da NATO gelek...