Kayıtlar

Haziran, 2023 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

Trol çi ye û ji kê ra tê gotin?

Resim
  TROL ÇI YE Û JI KÊ RA TÊ GOTIN? Berî ku em derbasî mijara xwe bibin, pêwîst e ku em hin wateyên ‘’trol’’ê bidin. Trol, li gel wateya xwe ya mecazî, çend wateyên wê yên ferhengî û efsanewî jî hene. Trol  m   1.  nîk 2 .  rd  qambihost 3.   nd/nt     mizawir, xinzir, qurnaz 4.   nd  yê/ya ku bideng bi çend awayan diqîre, stranan dibêje 5.   n  êmê nîkê ( pê masîyan digirin ) Trol  wekî navdêr ( hem ji bo nêr hem ji bo mê/nêtar ):  trol  Ew trol e, hûn trol in. Trol  wekî rengdêr:  troltî  Ew karê troltîyê dikin. Trol  wekî lêkera gerguhêz:  trol kirin   Wan nûçe trol kir. Trol  wekî lêkera negerguhêz:   trol bûn  Nivîsa me ya îro trol bû. Her wiha peyva ‘’trol’’ di folklora Îskandînavyayê da jî heye û tê wateya dêwek e di şikeftan da dijî, dişibe mirovan, lê ne mirov e, wekî mistîk-nehênîdar e, zêdetir dişibe cinawiran, pir ecayîb e û erjeng e. Hinek wateyên wê yê...

Berxê min / Berxa min, Berxikê min / Berxika min

Resim
Peyva “berx” gava ku bi serê xwe be, navdêr e û nêtar e. Zayend û mêjera wê di nav hevokê da dîyar dibe. Berî ku em mînakên xwe bidin, divê em hinekî qala girîngîya wê bikin.  Kurd ji berxan pir hez dikin. Ew qas hez dikin ku zarokên xwe dişibînin wan. Mirov vê yekê di jîyana rojane da dibîne. Di folklora kurdan da cihê vê peyvê berfireh e. Bo nimûne, di nav stran û çîrokan da pir hatîye bikaranîn. Wekî mînak, hûn dikarin bi vê lînkê straneke ku avêtine ser berxê guhdarî bikin: https://youtu.be/iHVUvsn-XDA Ji bilî vê, mirov dikare gelek mînakên din jî bide. Hin hunermendên kurd her çi qas bi awayekî neyînî be jî ev peyv kirîye stran. Her wekî: Gur ketîye Gelîyê Zîlan, berxê çavreş kalekal e. Yan jî li ser qehremanîyê bi awayekî erênî jî straye. Mînak: Çîyayên me bilind in, lo berxo berxê min. Me got ku peyva “berx” navdêr e û nêtar e. Hin caran ev pev biçûktir dibe. Ev jî ji bo delalîkirinê tê bikaranîn. Mînak: berxik . Ev jî wekî “berx” navdêr e û nêtar e. Mêjer û zayenda wê jî ...